HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 8'ê Îlonê de di navbera saet 13.30-17.30'an de li naveda Bedlîsê li herêma Şêx Cûmayê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrokiirn û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Li vir sê cerdewanên bi navê Naîf Kirşen, Kasim Arîf û Zubeyr Melek ê beriya niha hatibû hişyar kirin lê ji ber hişyarî guhdar nekirine ji aliyê gerîlayên me ve hatine binçavkirin. Piştî lêpirsînê ev kes hatine girtin.

2. Di 9 Îlonê de li xeta Şemzînan û Gevera Colemergê di navbera artêşa dagirker a tirk ên bi armanca serdestiya gerîlayên me ya li herêmê bişkînin hewldanên operasyonê pêş ketine, di encamê vê yekê de pevçûnên dijwar qewimîne.

Di 9'ê Îlonê de di navbera saet 04.00-10.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê artêşa dagirker a tirk ji bo sêgoşeya Salara û Girê Salara bigre 7 caran bi helîkopterên skorskyan li herêmê daxistine û hêzên xwe ji bejahî ve teqwiye kirine. Di saet 15.30'an de li dijî yekîneyeke 130 kesî ya ji leşker û cerdewanan pêk tê ji aliyê gerîlayên me ve ji çar baskan çalakiyek hatiye lidarxistin. Piştî vê çalakiyê di saet 19.30'an de li vê herêmê pevçûnên dijwar qewimine. Gerîlayên me rê nedane dijmin û girên stratejîk ên dijmin dixwest bigire xistiye destê xwe.

Di encama van çalakî û pevçûnan de 22 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin, çekek tam otomatîk a BKC, 700 fîşekên wê, 7 şerîdên wê, Çekek Melez a HK-33, 180 fîşek û 6 cerjorê wê, cîhazeke termalê, 14 bombeyên desta, 2 bombeyên mijê, 2 êlekê pola û gelek alavên leşkerî hatiye desteserkirin, 1 BKC çeka tam otomatî, 1 çeka melez a HK-33, 1 B7 roketavêj û cîhazeke termalê jî hatiye rûxandin.

Ji ber herêm di destê gerîlayên me de bû artêşa dagirker a tirk di saet 20.30'an de bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye, pişt re cihê bûyerê bi helîkopterên kobrayan, bi hewan û obusan bi dijwarî hatiye bombekirin.

Di 9'ê Îlonê de di saet 12.00'an de herweha li dijî Gireke ewlekariya Alaya Garê dike ji aliyê gerîlayên me ve çalakiek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkereke dijmin hatiye kuştin.

Di 8'ê Îlonê de di saet 12.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Muduriyeta Emniyetê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê polîsan nehatiye zelalkirin.

Herweha di navbera sat 08.00-10.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li nêzî Oramarê ji aliyê aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin nasname hatine kontrolkirin, gel jî di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.

Dîsa di 10'ê Îlonê de (îro) di navbera saet 06.00-07.00'an de li navçeya Şemzînanê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên xwestine li dijî Girê Gomanê operasyonê lidarbixin, pevçûnek qewimiye. Pevçûnên dijwar ên li vê herêmê berdewam dikin.

Artêşa dagirker a tirk ên piştî derbeyên mezin xwarine, di navbera saet 16.00-17.00'an de li dijî Girê Berxan ên bi ser Oramarê ve bi balefirên şer bombebarankiriye.

3. Di çarçoveya Tevgara Şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda ya li navçeya Elkê ya Şirnexê hatiye destpêkirin de di 9'ê Îlonê de di saet 10.20'an de li dijî leşkerên xwestine li herêma Mezra ya bi ser Elkê operasyonekê lidarbixînin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya li herêma Keletanê ya bi ser Mezrayê ve hatiye lidarxistin de 4 leşker hatine kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê dijmin kuştî û birîndarê xwe ji herêmê du caran bi helîkopterên skorskyan dûr xistiye.

4. Di 8-9'ê Îlonê de him bi roj him jî bi şe de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Şeladizê li li dijî herêma Çiyareş û Xeregola bi ser Zapê û li dijî Ertûş, Garêya biçûk û mezin a bi ser navçeya Çelêya Colemergê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê e şewata daristanan a li herêma Şehîd Rustem û Çiyareş destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

5. Di 10'ê Îlonê de di navbera saet 00.15-01.20'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Amediyê li dijî herêma Kanî Gûzê ya bi ser Metîna ve ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

10 Îlon 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê