Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Serdestiya gerîlayên me ya di 23'ê Tebaxê de li bejahiya Şemzînana Colemergê dabû destpêkirin hîn jî berdewam dike. Di vê çarçoveyê de hin çalakiyên gerîlayên me pêş ketine. Ev çalakî;
Di 8'ê Îlonê de di saet 12.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li nêzî çiyayê Gomanê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên xwestine operasyonê lidarbixin, ji aliyê gerîlayen me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkereke dijmin hatiye kuştin. Dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.
Di heman rojê di saet 13.00'an de li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên xwestiye li Çİyayê Gomanê bi cîh bibe ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke din hatiye lidarxistin. Di encama lêdana bi bandor a hemû hedefan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Herweha kontolên rê yên di navbera navçeya Şemzînana Colemergê û herêma Gerdiyayê de berdewam dike. Di 8'ê Îlonê de di navbera saet 09.00-17.30'an de wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Helîkoptereke kobra ya artêşa dagirker a tirk ku xwestiye mudaxele bike lê rastî bergiriya gerîlayên me hatiye û naçar maye ji herêmê dûr bikeve.
Di 8'ê îlonê de di navbera saet 13.00-14.00'an de dîsa di navbera saet 22.00-23.00'an de du caran li dijî herêmên Gostê û Geliyê Nîrkolayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Herweha li dijî heman herêman bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
2. Di 2'ê Îlonê de di çarçoveya Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda yên li Elkêya Şirnexê hatibû destpêkirin de ji aliyê gerîlayên me ve rê hatine kontorlkirin. Di 8'ê Îlonê de di navbera saet 15.00-17.30'an de di riya navbera Berwariya Sêrtê û Şaxa Wanê rê hatiye kontrolkirin, wesayit hatine rawestandin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.
Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopteren skorskyan xwestiye li herêmê daxîne û mudaxeleyê cihê çalakiyê bike, li dijî vê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin û hatiye derbekirin. Helîkoptera skorkyê ya derbe xwariye naçar maye bi lezgînî li navçeya Berwariyê daxîne. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan herêm du caran hatiye bombebarankirin.
3. Di 8'ê îlonê de di navbera saet 18.30-19.30'an de riya di navbera navçeya Midyada Mêrdînê û navçeya Hezex a Şirnexê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û di derbarê pêvajoyê de gel hatiye agahdarkirin. Di dema çalakiyê de 2 tir ên şîrketeke bi dijmin re hevkariyê dike û li Kurdistanê bê destûr bazirganiyê dike ji aliyê gerîlayên me ve bi şewitandinê hatiye rûxandin. Herweha di navbera gerîlayên me û cerdewanên xwestine mudaxeleyê bûyerê bikin de pevçûnek qewimiye. Encama vê pevçûnê ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
4. Di 8'ê Îlonê de di navbera saet 01.00-02.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Şeladizê li dijî Gundên Kafya, Ergenê û Siyanê, Av û Geliyê Xazir û Kanî Xezalê ya bi ser Garê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
9 Îlon 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê