HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Li navçeyên Çelê, Şemzînan û Gevera Colemergê li dijî artêşa dagirker a tirk ji bo serweriya gerîlayên me ya li herêmê bişkîne derketibûn operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke berfireh hatiye lidarxistin.

Di 9'ê Cotmehê de li Girê Salaraya Şemzînanê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di 12'ê Cotmehê de di navbera saet 14.00-18.00'an de li dijî leşkerê dijmin ê li girê Salarê çalakiyek hatiye lidarxistin. Gerîlayên me yê ji 3 baskan ketine girê Salara gelek çeperên dijmin têk birine. Bi awayeke hemwext ji aliyê gerîlayên me li dijî çeperên li derdora gir jî hatiye lêdan. Di encama çalakiya 4 saetan domandiye de 27 leşkerê li vî girî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin, ji 30 î zêdetir leşker jî birîndar bûye.

Li dijî karwaneke leşkerî ya ji qereqola Bêsosinê dihat mudaxeleyê di navbera Geliyê Ava Basya û Qereqola Bêsosin de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê wesayiteke kîrpî a zirxî texrîp bûye, leşkerek dijmin jî hatiye kuştin.

Herweha tifingek giran a A6 li gel 100 guleyên xwe û du lûleyên xwe yê yedek, çekek tam otomatîk a BKC, li gel 100 fîşekên xwe û zîncîra xwe, çekek melez a HK33 li gel 20 jerjorê xwe, çekek G3 li gel 20 fîşekên xwe, 3 rext, Dûrbîneke Nîcon, dûrbîneke şev, 2 bêtêl, kompîterek, 2 çente, 2 barandank û 2 nasnameyên leşkerên hatine kuştin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye desteserkirin. Dîsa 2 qutî fîşekên tifinga giran a A6, 1 BKC û cîhazeke termal jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin.

Di encama vê çalakiya berfireh a çar saetan domandî jî rêhevaleke me gihîştiye şahadetê. Wê nasnameya rêhevala me ya gihîştiye şahadetê dema zelal bû ji raya giştî re were ragihandin.

Di 13'ê Cotmehê de di saet 11.00'an de li Girê Gipê ya Geverê li diJî leşkerên li derdora helîkoptereke skorsky a ji leşkeran re cebilxane û alavên leşkerî vediguhezand ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî vê çalakiyê li dijî herêma Çarçelayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî haitye lidarxistin.

2. Di 13'ê Cotmehê de di saet 19.00'an de li navçeya Çêrmeya Çewlikê li dijî Qereqola Demê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya 2 kozikên nobedariyê û avahiya qereqolê bi awayeke bandor hatiye lêdan, lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Heta danê sibê ya 14'ê Cotmehê li derdora qereqolê tevgera leşkerî berdewam kiriye.

3. Di 13'ê Cotmehê de di saet 11.30'an de li dijî trêneke alavên leşkerî barkirî ya ji Erziromê ber bi Qersê ve diçû li navbera navçeyên Xorasan û Sariqmûşê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di enama vê çalakiyê de zirara maddî di trênê de çêbûye.

4. Di 13'ê Cotmehê de di navbera saet 12.00-13.00'an de li ser riya Dersim - Erzinganê li herêma Kozmerîk ji aliyê gerÎlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û tirek a şîrketeke bi dijmin re hevkariyê dike ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şewitandin û têk çûye. Dîsa mamosteyeke xizmetê polîtîkayên bişaftinê dike ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin. Piştî lêpîrsîna wî hatiye hişyarkirin û serbest hatiye berdan. Piştî çalakiyê li dijî vê herêmê bi piştgiriya helîkopterên kobrayan bidaxistinên bi helîkopterên skorskyan operasyonek hatiye lidarxistin.

5. Dİ 13'ê Cotmehê de di navbera saet 16.00-18.00'an de li ser riya Mûş û navçeya Pasûra Amedê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. 60 wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Di vê çalakiyê de wesayiteke ya şîrketeke bi dijmin re hevkariyê dike û maddeyên teqemeniyê vediguhezîne ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şewitandin û rûxandin.

14 Cotmeh 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê