Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 28’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qada Govendê ku girêdayî Şemzînanê ye operasyonek hatibû destpêkirin û di vê operasyonê de di 30’yê tebaxê de bi roj saet di 10:00’an de leşkerên artêşa TC’ê hewl dane ji sînor derbas bibin. Di dema derbasbûnê hêzên gerîlayên me ji neçarî bi leşkeran ketine pevçûnê.
Di encama berxwedaniya gerîlayên me de, di nav wan de 1 astsûbay, 3 çawişê pispor bi tevahî 8 leşkerên dijmin hatin kuştin. Di lêdanê de der barê birîndaran de agahiyeke zelak bi dest neketiye. Piştî pevçûnê leşkerên dijmin ji neçarî xwe bi paş ve vekişandine. Gerîlayên me ji ser leşkerên hatine kuştin 2 heb çekên HK-33, 1 heb çeka otomotîk BKC, 1 narîncok, 2 heb lîsark(bêtêl) û dûrbûnekê desteser kirine.
31 Tebax 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê