HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Di 30’yê tebaxê de ji danê sibehî pê ve ji hêla artêşa TC’ê ve li qada Govendê ku girêdayî Şemzînanê ye operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyon bi sewqiyata leşkerî didome.

 

2. Di 22’yê tebaxê de operasyona ku ji hêla artêşa TC’ê li navçeyên Nazmiye û Hozadê ku girêdayî navenda Dersîmê ne hatibû destpêkirinê didome. Di operasyonê de bi awayekî gurahî obûs û hawan hatine avêtin. Di operasyona ku firokeyên kobra jî hatine bikaranîn de, di encama êrîşan de hevalekî me yî bi navê Ferhat (Celal Dînç) bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şehadetê.

Agahiyên der barê hevalê şehîd de;

Ferhat Yilmaz
Celal Dînç
1980 / Dargeçit - Mêrdîn
Şemse
Diyadîn
1998 / Elmanya

3. Fermandariya Biryargeha me ya Navendî ya HPG’ê bi daxuyaniyekê rêheval Ferhat ku li Dersîmê şehîd ketiye bibîanî. Fermandariya Biryargeha me ya Navendî ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de da diyar kirin ku; rêheval Ferhat bi sekna xwe ya dirist, xebatkar û cewherî bi keda xwe bi fedekarî xwe beşdarî têkoşîna berxwedaniya bi rûmet a gelê xwe û rêheval Ferhat xwe gihandiye rûmeta qonaxa şehadetê û bi vê bûye milîtanê têkoşîna azadiyê. Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, rêheval Ferhat, hevalekî ji hêla hevalên xwe gelek dihate hezkirin û bi kedkariya xwe di dilê hevalên de ciyek mezin girtiye û wê bîranînên wî her dem di meşa me ya azadiyê de zindî bimîne. Fermandariya Biryargeha me ya Navendî ya HPG’ê di şexsê malbata Dînç de ji hemû gelê me yê Mêrdînê yên welatparêz re sersaxî xwest.

30 Tebax 2009

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê