Ji Çapemenî û Raya Giştî re !
1. Di roja 15 cotmehê di demjimêr 14:00 an de gêrîllayên me li gundê Gabarê yê Şengalê li hemberî çeteyên Diaş çalakiyek ya teqemenî ( sabotaj) pêkaniye. Di vê çalakiyê de wesayîtek ya çeteyên Diaş hatiye armanç kirin û hatiye roxandin. Di virde gelek çete hatine kuştin lê belê jimarek diyar ne hatiye hînbûyîn.
2. Di roja 15 cotmeh di navbera demjimêrên 13:00 û 16:00 an de cardin balefirên keşfê yên artêşa dagirker a Tirk li ser herêma me Zap girêdayî Herêmên Parastinê Yên Medya yê tevgerên keşfê kirine.
3. Di roja 16 cotmehê ( îro ) di demjimêr 10:00 an de li herêma Çemçê ya girêdayî navçeya kaxizman Qers' ê ji aliyê balefirên keşfê yên artêşa dagirker a Tirk ve tevgerên keşfê hatine pêkanîn. Teverên keşfê yên li ser vê herêma me bi awayek bê navber berdewam kirine.
4. qereqola gundê Xavişka ya girêdayî navçeya Wanê Çataqê de xelkê vî gundê teşwîkî birîna darên daristanê dike. Divê gundî û gelê me yê herêmê li hember van pêkanînan haydar be û neyê van leyîstokan bi baldarî hişyarbin. Zerer û ziyan dayîna dar û daristanan sezaye.
16 cotmeh 2014
Navenda çapemenî û Ragihandin- HPG