ji çapemenî û raya giştî re !
1. Di roja 14 cotmehê de balefirên artêşa tirk yên şer û keşfê ji demjimêr 06:30 an heya demjimêr 16:00 an li ser herêma Zap ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya yê bi awayek timî firiyan û xebatên keşfê kirine. Herwiha balefirên keşfê heya demjimêrên 22:00 heya 22:30 an de tevgerên keşifkirinê berdewam kirine.
2. Di roja 15 cotmehê ( îro) di navbera demjimêrên şevê 01:00 û 04:00 an de balefirên keşfê girêdayî artêşa dagirker a Tirk li ser herêma me Heftanîn girêdayî Herêmên Parastinê Yên Medya yê tevgerên keşfê pêkanîne.
3.Di roja 14 cotmehê di demjimêr 22:00 an de li ser xeta navend ya Şengal-Rojava de ji aliyê gêrîllayên me û hêzên YBŞ ve li hemberî çeteyên Dîaş çalakiyek ya pusu avêtinê hat pêkanîn. Di encama vê çalakiyê de 4 çete hatine kuştin û 2 çete ji birîndar bun. Herwiha wesayîtek ya çeteyan bi temamî hat roxandin.
4. Di roja 13 cotmehê di demjimêrên navbera nîvro de yekîneyên Parastinê yên Şengalê (YBŞ) li gundê Sînûnê yê girêdayî şengalê çalakiyek yê suîkast hatiye pêkanîn. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hatiye kuştin. Herwiha roja 14 ê cotmehê ji di demjimêr 22:00 an de li gundê Solak yê girêdayî Şengalê de hêzên YBŞ ê çalakiyek ya suîkastê li darxistine û çeteyek hatiye kuştin.
5. Di roja 14 cotmehê di demjimêr 16:00 an de li nêzî gundê Hergana girêdayî Şengalê ku gêrîllayên me tevgera çeteyan ya li derdora karxaneyek ya çîmento de ferq kir, bi çekên giran û ferdî hatine lêxistin. Li vir ji bi giştî 3 çete hatin kuştin.
6. Dû rojên dawî li navçeya Amed Lîceyê herêma Şehît Kawa ya girêdayî Şehît Kendal balefirên keşfê yê artêşa Tirk tevgerên berdewam yên keşfê pêkanîne.
7. Di roja 14 cotmehê de di navbera demjimêrên 11:00 û 12:00 an de li herêma Glîdaxê ya Bazîda girêdayî Agiriyê balefirên keşfê yên girêdayî artêşa Tirk tevgerên keşfê pêkanîne. Herwiha di navbera demjimêrên 14:00 û 15:00 an de di demê balefirên keşfê yên artêşa dagirker a Tirk tevger dikirin de ji aliyê gêrîlayên me ve bi çekên giran bersiv hatiye dayîna van balefiran û balefirên keşfê ji herêmê dûr ketin.
15 cotmeh 2014
Navenda Çapemenî û Ragihandia- HPG