ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 9’ê Cotmehê de saet navbera 00.00 û 02.00’an de Gerîlayên me û hêzên pêşmerge li gundê Vahde yê girêdayî Kerkûkê li hemberî çeteyên DAIŞ bi çekên giran çalakiyek li dar xistine. Li vir hatiye zelalkirin ku 3 çeteyên DAIŞ hatine kuştin. Dîsa di çalakiya hêzên berxwedana Kerkûkê de li qadeke aîdî çeteyan teqîneke mezin rû daye.
2. Di 9’ê Cotmehê de gerîlayên me derbeyek dijwar li çeteyên DAIŞ ên di ketina Şengalê de kom bibûn dane. Li vir jî kuştina 2 çeteyan hatiye dîtin.
3. Ji 8’ê Cotmehê heya niha artêşa dagirker a Tirk ji Qereqola Kaniya Spî a li navçeya Pîran a Amedê herêmên Sînega, Heredag û Arceş bi hewan û obusan topbaran pêk aniye. Dîsa 9’ê Cotmehê saet navbera 14.00 û 15.00’an de û saet navbera 19.00 û 20.00’an de balafirên şer ên aîdî artêşa dagirker a Tirk li ser herêma Cûdî ya Botanê firiyane. Dîsa heman rojê di navbera saet 09.45 û 13.00’an de balafirên bêmirov li ser herêma Gare ya girêdayî Herêmên Parastina Medya keşf pêk anîne.
10 Cotmeh 2014
Navenda Çapemenî û Ragahandina-HPG