ji çapmenî û raya giştî re!
1. Di 11’ê Cotmehê (îro) saet 05.30’an hêzên me yên Gerîla û YBŞ’ê li ser rêya Şengalê li hemberî karwanê çeteyên DAIŞ çalakiyek kemîndanînê pêk anîn. Di vê çalakiya bi çekên giran û ferdî pêk hat de 12 çeteyên DAIŞ hatin kuştin û 6 çete jî birîndar bûn. Dîsa wesayîteke doçka ya çeteyan jî hat rûxandin. Her wiha Gerîlayên me li gundê Etçane yê Kerkûkê li hemberî çeteyên DAIŞ bi çekên giran çalakî pêk anîn. Encamên vê çalakiyê ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
2. Ev demeke li zozana Şavşat Alabalik a Artvîn xebatên çêkirina hîdroelektrîk dimeşînin. Ji aliyê gerîlayên me ve dozer û mîkserek ên li vê santralê dixebitin bi armanca hişyariyê şewitandine.
3. Çend roj in yekîneyên aîdî artêşa dagirker a Tirk di navbera navçeyên Amedê yên Licê û Pasûrê de xebatên kemîndanînê pêk tînin. Dîsa di navbera 10’ê Cotmehê saet 22.00 û 11’ê Cotmehê saet 07.00’an balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Çemçe ya Qersê keşfên zêde pêk tînin.
11 Cotmeh 2014
Navenda Çapemenî û Ragahandina-HPG