ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 5'ê Cotmehê saet di 18:00 de, Gerîlayên me li gundê Heyalê yê Şengalê li komeke çeteyên DAIŞ'ê xistin. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.
2. Di 5'ê Cotmehê saet di navbera 10:00 û 20:00 de, Gerîlayên me li gundê Sediyê yê Kerkûkê bi çekên giran li hemberî çeteyên DAIŞ'ê çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de 4 çete hatin kuştin. Her wiha di dema çalakiyê de hatiye tespîtkirin ku çeteyan bi kamyonek bi TNT dagirtî hewl dane li dijî Gerîlayên me çalakiya sabotajê lidar bixin û Gerîlayên me bi vê hesiyane, kamyon rûxandine.
3. Di 6’ê Cotmehê de (îro) saet di 01.30 û 02.00’an de balafirên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk a dagirker li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medya keşf pêk anîne. Her wiha di navbera 02:00 û 03:00’an de jî balafirên şer li ser herêmê geriyane.
6 Cotmeh 2014
Navenda Çapemenî û Ragahandina-HPG