HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 6’ê Cotmehê saet 20.00’an li ser rêya di navbera gundê Cudalê û Şengalê de ji aliyê Gerîlayên me ve li dijî wesayiteke dewriyeyê ya çeteyan çalakiya kemîndanînê pêk hatiye. Di çalakiyê de wesayîta çeteyan hatiye rûxandin. Hejmara çeteyên di vê wesayîtê de mirine nehatiye zelalkirin.

2. Di 7’ê Cotmehê (îro) saet di navbera 00.00 û 01.00’an de balafirên bêmirov ên artêşa Tirk dagirker li ser herêma Zapê ya girêdayî Herêmên Parastina Medya keşif pêk anîne.

7 Cotmeh 2014

Navenda Çapemenî û Ragahandina-HPG