HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di roja 9'ê Îlonê li herêma Kizilkent a ser bi Şengalê, di navbera gerîlayên me û çeteyên DAIŞ'ê de şer derket. Di şerê li vê derê de hêzên YBŞ'ê li hemberî çeteyan 2 çalakiyên sûîkastê lidar xistin. Di çalakiyan de 2 çete hatin kuştin. Her wiha wesayîteke çeteyan a doçka li ser bû, li gel çeteyên tê de, bi temamî hat îmhakirin. Hejmara çeteyên li vir hatine kuştin, nehatiye zelalkirin.

- Di roja 9'ê Îlonê de çeteyan êrîşî gundê Kerik ê Xanesorê kirine û mayîn li ser rêya gund bicihkirine. Armanca wan gondiyên diçin û tên plana îrîşa ye. Li gorî vê yekê, hêzên me yên gerîla duh saet di navbera 11:00-12:00 de çalakiyek li darxistine. di çalakiyê de wesayîtek çeteyan a doçka li ser bû hat texrîp kirin û 5 çete birîndar bûne. Mayinên li ser rêya gund hatin bicihkirin jî ji aliyê hêzên me yên gerîla ve hatin bê bandor kirin.

2. Di roja 9’ê Îlonê saet di navbera saet 20.40-21.00’an de balafirên şer yên artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medya geriyane, disa di navbera 22.00-01.00 balafirên keşfê li ser heman herêmên geriyane. Her wiha di roja 9’ê Îlonê saet 08.00'an de tevgera balafirên keşfê ya li herêma Zagros ya Herêmên Parastinê yên Medya destpê kir heta neha didome.

3. Di 9’ê Îlonê de artêşa dagirker a Tirk bi helîkopterên skorskî tevahiya rojê leşker veguhestine Girê Meymun ê li xeta Qilaban a Şirnexê. Li vir di teqwiyeya hêza leşkerî de zêdebûnek çêbûye.

4. Di roja 9’ê Îlonê de saet di navbera saet 08.00-09.00’an de artêşa dagirker a Tirk li herêma Şehîd Mizgîn a girêdayî herêma Garzan a li herêma navîn bi helîkopterên skorsky nizim firyane û faliyetên keşfê pêk anîne. Her wiha di 8’ê Îlonê de saet 20.00’an 2 Panzer û wesayîteke akrep li bejahiya gundên Eks û Kardogan ên girêdayî Erdîşa Wanê xebatên keşif pêk anîne.

10 Îlon 2014

Navenda çapemenî û Ragahandinê-HPG