ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 8’ê Îlonê de saet di navbera 05.00 û 06.00’an de artêşa Tirk a dagirker herêmên Qereqola Bîlîcan, Girê Masî, Girê Munzur û Girê Hilal ên girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi obus û hewanan hatine bombardûman. Di bombardûmanê de artêşa Tirk derdora qereqolê serûber gulebaran kiriye. Di encama vê de erazî şewîtiye û şewat heta niha didome. Dîsa 8’ê Îlonê saet di navbera 11.30 û 14.30’an de li ser xeta Qilaban a Şirnexê ji Girê Meymûn ê di kontrola artêşa Tirk de Girê Şehîd Ronahî, Şehîd Welat û Şehîd Kendal hatiye bombekirin. Her weha di heman rojê de saet di navbera 21.00 û 22.00’an de ji Girê Meymûn herêma Şehîd Kendal ji nû ve hatiye bombebarankirin.
2. Di 8’ê Îlonê de saet di navbera 20.30 û 21.30’an de balafirên şer ên aîdî artêşa Tirk a dagirker li ser Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medya geriyane. Dîsa balafirên keşfê ji 8’ê Îlonê saet ji 23.00’an ve li ser herêma Avaşîn bi armanca keşfê digerin, tevgera wan didome.
3. Di 9 Îlonê (îro) Li herêma Kizilkent a girêdayî Şengalê di navbera gerîlayên me de û çeteyan de şer derketiye. Pevçun heta neha dewam dike.
- Yekîneyên Berxwedana Şengal di navbera herêma Şengal û Solak de li hemberî qadeke di kontrola çeteyên DAIŞ de çalakiyeke bi çekên giran û ferdî pêk anîn. Di çalakiyê de 4 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
9 Îlon 2014
Navenda çapemenî û Ragahandinê-HPG