ji çapemneî û raya giştî re!
1. Di 18’ê Îlonê (îro) di saet 06.30’ê sibê de li hemberî nuqteyeke çeteyan a li derdora bajaroka Şîlo ya li ser rêya mezin a navbera Şengal û Til Hemîs de bi çekên giran gerîlayên me çalakiyek li darxistine . piştî çalakiyê sê wesayîtên aîdî çeteyan ên ji bo mûdaxeleyê hatin qadê hatin derbkirin. Li vir 4 çeteyên DAIŞ hatin kuştin.
2. Di 17’ê Îlonê de saet 10.00’an artêşa Tirk a dagirker li bejahiya gundên Pîre, Hevrê û Sebane yên girêdayî navçeya Sasonê ya Êlihê operasyonek daye destpêkirin. Operasyon haman rojê saet 15.00’an bê encam vekişiyaye. Dîsa di rojên dawî de artêşa Tirk ji bo navçeya Silopya ya Şirnexê, navçeyên Hênê û Licê yên Amedê sewqiyateke zêde ya leşkerî dike. Her wiha di 17’ê Îlonê saet 22.00’an du panzerên aîdî artêşa Tirk a dagirker li gundê Bulakbaşi yê girêdayî Îdirê û derdora gund dewriye geriyaye.
3. Berya neha di navber navçeyên Zîzan û Berwarî yên Sêrtê yên li ser ava Botan înşaeta bendavên tên çêkirin. gerîlayan me ji bo seknadina van bendavan beriya neha hişyar kiribun. ji ber çêkirina înşaetê nehat rawestandin gerîlayan me di 17’ê Îlonê de saet 19.30’an de makîneyeke kar a di bendavê de şewitandin.
4. Ji 14’ê Îlonê heta îro artêşa TC a dagirker li Herêma Zagros a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya bi awayekî zêde keşif tên kirin. Disa di 17’ê Îlonê de saet di navbera 07.30 û 15.00’an de li ser herêma Zap a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya balefirên keşfê yên bê mirov keşif pêk anîne.
18 Îlon 2014
Navenda Çapemenî û Ragahandina-HPG