HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 16’ê Îlonê de di navbera saet 15.30-16.00’an û 18.00-19.00’an balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Avaşîn a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya geriyane. Disa di 17’ê Îlonê de saet di navbera 06.00 û 07.00’an de li ser herêma Zagros geriyane.
- ji 14’ê Îlonê heta niha li herêma Zagros bi balafirên bêmirov yên keşifê ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker bi navber geriyane. Dîsa di navbera 16’ê Îlonê saet 23.00 û 17’ê Îlonê (îro) saet 04.00’an de tevgera balafirên bêmirov li ser herêma Zapê hebû.
2. Di 16’ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker li herêma Marînê, Girê Mîra,  derdora qereqola Xerabê Alê û Qereqola Gurînê ên girêdayî Nisêbîna Mêrdînê û dîsa li li herêma di navbera Karas û Licê ya Amedê leşker hatine sewqkirin.
3. di 16’ê Îlonê de saet 16.00’an helîkoptereke Skorsky a aîdî artêşa Tirk a dagirker dema xwest di sînorê Şemzînan a Colemêrgê re derbasî Herêmên Parastinê yên Medya bibe ji aliyê gerîlayên me ve bi çekên giran hat gulebarankirin. Di vê gulebaranê de helîkopter ji qadê dûr ketiye.
17 Îlon 2014
Navenda Çapemenî û Ragahandina-HPG