HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di roja 23 cotmeh demjimêr 14: 00 de gêrîllayên me li deriyê ketina Şengalê de li hember 2 wesayîtên çeteyên Daiş çalakiya sabotaj pêkanîn. Di vê çalkiyê de wesayîtek bi temamî şewitî roxaye û wesayîta din ji beşek mezin derbe xariye. Gelek mirî û birindarên çeteyan dive çalakiyê de hene lê belê bi temamî jimar ne hatiye zanîn.

2. Di roja 23 cotmehê di navbera demjimêrên 14:30 û 18:00 an de artêşa dagirker a Tirk li herêma Qabilcewz ya girêdayî Êlîh’ ê bi balefirên keşfê yên bê mirov liv û tevgera keşfê pêkanîne. Van liv û tevgerên xwe ji bi taybet li Herêmên Parastinê yên Medya bi zêdahî pêktîne. Li gorî vêji;

- Di roja 23 cotmehê di navbera demjimêrên 16:00 û 16:30 an de li ser herema Qendîl, heman rojê di navbera demjimêrên 10:30 û 12:00 an de li ser herema Zap’ ê, cardin di roja 23 cotmehê demjimêr 20:00 û di 24 cotmehê demjimêr 04.00 an de liv û tevgerên baldarî yên keşfê pêkanîye.

3. Di roja 23 cotmehê ji aliyê leşkerên artêşa Tirk ve qaşo li herema Qereqola Bilicana li ser sînorê herêma Zapê pusuyan li dardixe. Heman rojê ji di navbera demjimêrên 09:00 û 15:00 an de ji aliyê helîkopterên bi şêwazê Skorsky artêşa dagirker a Tirk ve şewqiyat jibo Qereqola Bîlîcanê hatine pêkanîn.

24 cotmeh 2014

Navenda Çapemenî û Ragihandina- HPG