HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di roja 24 cotmeh demjimêrên beyanî de di xeta Şilo û Sikiniyê ku girêdayî Şengalê ne çeteyên Daiş bi êrîşek mezin xwestin bikevin nav çiyayê Şengalê. Encama vê êrîşa çetayan tevahîya rojê de pevçûnên giran pir zêde hatin jiyankirin. Di demê vê êrîşê de gêrîllayên me bi çalakiyek ya pusuyê darbeyek giran li çeteyan xistin. Di encama vê çalakiyê de 10 çete hatine kuştin û gelek çete ji birîndar bune. Herwiha heman rojê li derdora herêma Solak ji aliyê gêrîllayên meve çalakiyek ya sûîkastê li beramber çeteyan hatiye li darxistin û li vir ji çeteyek hatiye kuştin. Heman rojê di demjimêr 16:30 an de ji li gundê Barê li hember wesayîtek ya çeteyan çalakiyek ya sabotajê hatiye çêkirin. Di encama vê çalakiyê de gelek çete hatine kuştin û birindar bune.

2. Di roja 24 cotmehê de liv û tevgera balefirên şer yên artêşa dagirker a Tirk li ser Herêma Zap ya girêdayî Herêmên Parastinê Yên Medya yê ve firiyaye.

3. Di roja 24 cotmeh di navbera demjimêrên 11:30 û 13:00 an de liv û tevgera leşkerên artêşa dagirker a Tirk li Girê Şivan yê li ser xeta sînor û girêdayî herêma Heftenîn a Herêmên Parastinê Yên Medya yê hatiye dîtin. Di heman rojê de ji di navber demjimêrên 14:00 û 15:30 an de balefirên şer yên girêdayî artêşa dagirker a Tirk li ser herêmên Deryê Dawetiyê, Şehît Kendal û Şehît Merwan re firiyane.

4. Dû rojin leşkerên girêdayî qerqola Beyaz Çeşme ya girêdayî navçeya Amed Licê li herêm û derdorê wê pusuyan tavêje. Cardin roja 24 cotmehê di navbera demjimêrên 16:00 û 17:00 an de belfirên keşfê yên girêdayî artêşa dagirker a Tirk li ser herêmên Şehît Navdar û Şehît Rojhat tevgerên keşfê pêkanîne.

5. Di roja 23 cotmehê de tima gêrîllayên me ku diçûn erk li navçeya Qers Qaqizmanê, ketine pusuya ji aliyê polisên tima taybet ve hatiye danîn. Tima gêrîllayên me ku di vê çendê de bi tîmên taybet yên polîsan re ru bi ru buyîn de ketine pevçûnê û di encama pevçûnê de 3 hevalên me şehît ketine.

Sicilên gêrîllayên me yê şehît ketîn;

 

Navê Kod: Şervan Şaho
Nav Paşnav: Hamit Cihangiri
Cihê Dayîkbunê:  Urmiye
Navê dayîk û Bav: Binevş - Rüstem
Cih û Dîroka Şehadetê: 23 Cotmeh 2014 Qers(Qaqizman)

Şervan Şaho

IMG 25102014 224916

Navê Kod: Baran Ararat
Nav Paşnav: Ümit Nekuş
Cihê Dayîkbûnê:  Agirî
Navê Dayîk û Bav: Muhsine - Abdurrahman
Cih û Dîroka Şehadetê: 23 Cotmeh 2014 Qers ( Qaqizman)

Baran Ararat

IMG 25102014 224916

Navê Kod: Tufan Tendûrek
Nav Paşnav: Habip Koç
Cihê dayîkbûnê:Wan
Navê Dayîk û Bav: Hatun - Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 23 Cotmeh 2014 Qers ( Qaqizman)

Tufan Tendûrek

25 cotmeh 2014

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG