HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Roja 1 Mijdarê (îro) di demjimêr 10:30 an li gundê Solak girêdayî Şengalê gêrîllayên me li hember 2 kozikên ( mewzî) çeteyên Daiş çalakiya serdegirtinê encam dayîne. Di encama vê çalakiyê de dema kozikek ya girêdayî çeteyan hat roxandin bi giştî 4 çete hatin kuştin. Di encama vê çalakiyê de gêrîllayên me girêdayî çeteyan;

-1 bêtêl ( cîhaz)

- 1 dedektor

- 2 jarjor û hinek kelûpelên leşkerî bi destxistine.

Herwiha nasnameya gêrîllayê YBŞ yê di roja 30 cotmehê de li gundê Sinûnê Şehît ketî wihaye;

Qasim Xwûdêda Akto/dayîk:Xinav/Bav:Xwûdêda/dayîkbûn 1979 ji gundê Borûk

2. Di roja 31 cotmeh di navbera demjimêrên 09:30 Û 10:00 an li ser herêma Zap ya girêdayî Herêmên Parastinê Yên Medya liv û tevgera balefirên şer yên artêşa dagirker a Tirk hatiye çavdêr kirin. Herwiha roja 1 Mijdarê ( îro) di navbera demjimêrên 04:00 û 05:00 an de balefirên keşfê yên artêşa dagirker a Tirk li herêmê firyanên keşfê kirine.

1 Mijdar 2014

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG