Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 3 Mijdarê di navbera demjimêrên 17:45 û 18:30 an de tevgera balefirên şer yên artêşa dagirker a Tirk li Herêmên Parastinê Yên Medya herêma Avaşîn hatiye çavdêr kirin. Herwiha;
- di roja 3 Mijdarê de demjimêr 21:00 an de li herêma Metîna, roja 4 Mijdarê (îro) di demjimêr 10:00 an, li Gare ji di demjimêr 04:30 an de tevgera berfireh ya balefirên şer çêbuye.
2. Di rojên 3-4 Mijdarê de balefirên artêşa dagirker a Tirk li Herêmên Parastinê Yên Medya tevgerên keşfê yên berfireh pêkanîne. Li gorî vê;
- di demjimêr 16:00 an de roja 4 Mijdar ( îro) heya demjimêr 04:30 an li ser herêma Zap, di roja 4 Mijdarê di navbera demjimêr 01:00 û 03:00 an li ser herêma Metina berdewam kiriye.
3. Di roja 3 Mijdar demjimêr 18:00 û 4 Mijdarê de heya demjimêr 06:00 balefirên keşfê yên artêşa dagirker a Tirk li ser herêma Kato Xelîla ya girêdayî navçeya Wan Şaxê tevgerên keşfê yên berfireh encamp daye.
4 Mijdar 2014
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG