HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya gistî re!

1. Di roja 25 cotmeh demjimêrên danê şevê de yekîneyên berxwedana Şengalê (YBŞ) li herêma Solak ya girêdayî Şengalê çalakiyek li hember çeteyên Daiş ê pêkanîn. Çalakiya ku bi çekên takesî (ferdî) û giran pêkhatî de bi awayek giran li çeteyên Daiş hatiye xistin. Di encama vê çalakiyê de ji 4 çete hatine kuştin.

2. Di roja 25 cotmehê di navbera demjimêrên 16:00 û 17:00 ande artêşa dagirker a Tirk xwestine herêma avtenga (boxaz) Masîro ya girêdayî navçeya Colemêrg Şemzînan bigrin. Li ser vê çendê gêrîllayê me li hemberî leşkerên ku xwesitene avtengê bigrin gulebarana hişyarkirinê dane destpêkirin. Artêşa dagirker a Tirk demek kurt ji vê herêmê vekişiya ye.

3. Di roja 26 cotmeh di navbera demjimêrên 02:00 û 03:00 an de ji qareqolên Şitazin û Oremar yên li ser sînorê Colemêrg topbarana Obûs û Hewanan li ser herêma Çarçella encam dayîne.

4. Di roja 25 cotmeh di navbera demjimêrên 10:30 û 11:30 an de balefirên keşfê yên artêşa dagirker a Tirk li ser herêma Zapê ya ser bi Herêmên Parastinê Yên Medya yê ye tevgerên keşfê encam daye. Cardin heman rojê ji di navbera demjimêrên 21:30 û 22:00 an de li heman heremê liv û tevgera balefirên şer yên artêşa dagirker a Tirk hatiye çavdêr kirin.

5. Di rojên dawî de arteşa dagirker a Tirk li gundên Serêkaniyê û Neço girêdayî navçeya Agirî Bazîde pusuyan tavêje. Di roja 24 cotmeh de ji balefirên artêşa dagirker a Tirk yên bê mirov ên keşfê li ser herêma Çemçê ya girêdayî navçeya Qers Qaqizmanê tevgerên keşfê encam daye. Cardin helîkopterên şeklê Skorsky cihazên deng guhdarkirinê tavêjin herêmê.

6. Di roja 25 cotmehê de wesayîtek ku di çêkirina Qereqola Turnuva ya li Dêrsimê de xebat dikir ji aliyê gêrîllayên meve hatiye şewitandin. Herwiha herî dawî 2 rojin artêşa dagirker a Tirk rêya navbera Dêrsîm – Erzinganê li trafiqê girtiye.

26 cotmeh 2014

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG