ji çapemenî û raya giştî re!
Pêngava Azadkirina Şengalê ya hêzên me yên berxwedanê dewam dike. Tevgera Artêşa TC ya balafirên Keşfê û yên Şer Berdewam dike. Li gor wê:
Li Şengalê; Di 11’ê Sibatê saet di navbera 15.00 û 15.30’î de li Taxa Sûka Jêr komek çeteyên di nav amadekariyan de û amadekariyên kemînan kirin ji aliyê hêzên me yên berxwedanê hatine ferq kirin û bi bandor derbe li wan dane. Di encama van lêdanan de çeteyek hatiye kuştin 2 çete jî birîndar bûne. Her wiha kemîna ku çeteyan amade dikir hatiye teqandin. Çeteyên mane jî ji herêmê reviyane. Di encama vê çalakiyê de;
Kalaşnîkofek û çenteyekî di amadekirina kemînê de hatiye bikaranîn hatine bidestxistin.
- 11’ê Sibatê saet 16.30, li hember çeteyên li Sîttî Zeynep çalakiyeke sûîqestê hatiye lidarxistin, di vê çalakiyê de çeteyek hatiye kuştin.
Tevgera artêşa Tirk a li gor vê çerçovê ye:
Di 10’ê Sibatê saet di navbera 13:30 - 14:30’î de li ser herêmên Zap û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medya tevgera balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker rû daye, heman rojê saet di navbera 23.00-00.00 de li ser herêma Zapê balafirên bêmirov keşf pêk anîne. Dîsa 12’ê Sibatê saet di navbera 00:00 – 01:30’î de balafirên bêmrov bi armanca keşfê li ser herêma Zapê geriyane.
12 Sibat 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG