ji çapemenî û raya giştî re!
Pêngava Azadkirina Şengalê ya hêzên me yên berxwedanê dewam dike. Li gor wê:
1. Di 13’ê Sibatê de saet di navbera 18.00 û 19.00’an de li derdora taxên Minare û Xeyir Nasir ji aliyê Gerîlayên me ve gelek çalakiyên sûîqestê pêk hatin. Di encama van çalakiyan de, li Taxa Minare û Xeyir Nasir 3 çete hatine kuştin û çeteyek jî birîndar bûye.
Tevgera Artêşa TC li gor vê çerçovê ye:
2. Di 12’ê Sibatê de saet di navbera 12.00-13.30 û 15.00 û 17.00’an de li xeta sînor a herêma Zapê balafirên şer ên artêşa dagirker a Tirk xebatên keşfê pêk anîne. Dîsa li ser heman herêmê di 13’ê Sibatê de saet di navbera 13.00-14.00’an û di saet di 13.00-14.00’an de balafirên şer keşf pêk anîne.
- Her wiha heman rojê 12’ê Sibatê de saet di navbera 15.00 û 15.30’an de li herêmên derdora Qereqola Bîlîcan ku di bin kontrola artêşa Tirk de ye û li sînorê xeta Zapê ye, rasterast bi çekên giran gulebaran kirine.
3. Di 13’ê Sibatê de saet di navbera 14.00 û 15.00’an de li xeta sînor a Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medya û herêma Xantur balafirên şer yên keşfê ên artêşa Tirk a dagirker geriyane.
14 Sibat 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG