ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 13’ê Îlonê de seat 06:30'an de li ser rêya giştî ya navbera Şengal û Sûriyeyê de hêzên me yên gerîla li hemberî karwanên çeteyên DAIŞ çalakiyek kemîndanînê pêk anîne. Di çalakiyê de 4 çeteyên DAIŞ hatin kuştin, 2 çekên keleşnîkof, 2 telefonên berîkan jî li ser çeteyên hatin kuştin hatiye rakirin.
2. Di 12’ê Îlonê de saet di navbera 13.30 û 15.00’an de û dîsa 13’ê Îlonê (îro) saet di navbera 02.00 û 03.00’an de balafirên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Zapê ya girêdayî Herêmên Parastina Medya keşif pêk aniye. Dîsa di 12’ê Îlonê de saet di navbera 11.30 û 13.30’an de balafirên bêmirov li herêma Xakûrkê keşif pêk anîne.
3. Di 12’ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker li ber ava Narbiç, Mircik û Rumelka ya li sînorê navçeya Articak a Elezîzê operasyonek daye destpêkirin û Ev operasyon heman rojê saet 20.00’an de bê encam vekişiyaye. Dîsa di 12’ê Îlonê de saet 15.00’an heta niha balafirên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk a dagirker li qadên Şehîd Mizgîn û Şêx Cuma yên girêdayî Bedlîsê keşifan pêk tîne.
- Ev demeke artêşa Tirk a dagirker sewqiyata leşkerî ji bo Qereqola Şêx Cuma ya girêdayî Bedlîsê pêk tîne.
13 Îlon 2014
Navenda Çapemenî û Ragahandinê-HPG