HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 14'ê Îlonê (îro) saet di navbera 02:00 û 07:30 de balafirên bêmirov ên artêşa dagirker a Tirk li ser herêma Xakurê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê geriyane û keşif kirine. Dîsa di 13'ê Îlonê saet di navbera 09:00 - 10:00 de li herêma Zapê jî balafirên keşfê geriyane.

- Di nava du rojên dawî de balafirên bê mirov ên artêşa TC a dagirker, di navbera saet 19:00 û 04:00 ê sibehê de li herêma Cûdî ya Botanê geriyane.

2. Di 14'ê Îlonê de saet 09:00'an de li navçeya Sêrt Dihê, du qemyonên ji bo înşaeta qereqola girê Tirya dixebitîn, ji aliyê hêzên me yên gerîla ve hatine şewitandin. Her wiha li herêma Besta ya Botanê, ji bo qereqola Navyana Şêxan hejmarek zêde ya leşkeran hatiye veguhastin.

14 Îlon 2014

Navenda Çapemenî û Ragahandina-HPG