Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 26 Îlonê de saet 22.00'an de çeteyên Daişê ji 3 milan ve êrîşê gondê Dugora ya girêdayî Şengalê kirin. Pevçunên ji 3'ê milan ve çêbune rastî berxwedana Gerîlayên me hatine, di encama wê de çete paşda vekişîne û gelek ji wan hatine kuştin. Pevçunên di hindirê 2 rojên de yên li derdora gondên Dugora û Barê 18 çete hatine kuştin 15 çete jî birîndarin.
- Di 27 Îlonê de bi şev saet 00.00'an de çareke din çeteyên Daîşê êrîşê gondê Dugora kirine. Ji 2 milan ve çete ketine kemîna hêzên me yên Gerîla û bi awayekê bi bandor hatiye lêdan. Li vir gelek çete hatine kuştin û birîndar kirin. Li vê herêmê gelek cenazeyên çeteyan li herêma pevçunê mane. Car caran pevçun berdewam dikin.
2. Di roja 27'ê Îlonê de saet 11.00’an artêşa Tirk a dagirker di navbera gundên Reşadiyê û Gerê yên girêdayî Qerayazî ya Erziromê de operasyon dane destpêkirin. Di navbera hêzên me yên gerîla û hêzên TC de pevçunek demkurt derket de 2 leşker birîndar bûn. Ev operasyon di heman rojê de derdora saet 12.00’an de paşde vekişiyan.
3. ji 24’ê Îlonê vir ve ji bo rawestandina xebatên artêşa Tirk ên çêkirina rê û stargehên li derdora Girê Meymûn ê li ser xeta sînor a navbera Herêmên Parastina Medya û Qilabanê de, gerîlayan me di 27’ê Îlonê saet 17.30’an de bi çekên giran çalakiyek li dar xistin. Ji ber çalakiyê makîneyên kar ên li qadê ku neçar man paşde biçin, artêşa Tirk jî li ser çalakiya gerîlayên me herêmên Şehîd Kendal, Deriyê Davetiyê, Şehîd Ronahî û Şehîd Rênas bi obûs û hewanan topbaran kirine.
- Di 27’ê Îlonê saet navbera 19.00 û 00.00’an de balafirên bê mirov yên aîdî artêşa Tirk a dagirker di ser herêma Heftanîn a girêdayî Herêmên Parastina Medya gerên zêde yên keşifan pêk anîne. Dîsa di 28’ê Îlonê (îro) saet 07.00’an de gerên keşifan ên destpê kirin heya niha jî didomin.
- Di 28’ê Îlonê (îro) navbera saet 08.00 û 09.00’an de helîkopterên skorsky ên aîdî artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Kirya Reş a navbera Şirnex û Herêmên Parastina Medya de geriyane.
28 Îlon 2014
Navenda Çapemenî û Ragahandina-HPG