HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Hêzên me yên gerîla li hemberî terora polîsan û polîtikayên komkujer ên dewleta Tirk li hemberî gelê me pêş xistine bi armanca hişyariyê ev çalakî pêk anîne. Ger ku dewleta Tirk dest ji van polîtikayan bernede wê hêzên me li her qadê bi şêweyekî berfireh bersiva pêwîst bidin. Li gor vê;

1. Di 26’ê Îlonê de saet 21.30’an li ser rêya Îpekê ya ketina Bedlîsê de ji aliyê hêzên me yên gerîla ve di mesafeyeke nêz de li hemberî nuqteya polîsan çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiya bi çekên giran û ferdî de 3 tîmên taybet mirin, 2 jî birîndar bûn.

- Di 25’ê Îlonê de saet 23.00’an de Li navçeya Peyas a Amedê li hemberî 2 wesayîtên polîsan çalakiyek pêk hat. Di vê çalakiyê de 1 polîs mir, 2 Polîs jî birîndar bûn.

2. Di roja 26'ê Îlonê saet 22.00’an çeteyên DAIŞ li hember gundê Dugore ji 3 milan ve êrîş daye destpêkirin. Li ser bersiva hêzên me yên gerîla û Yekîneyên Berxwedana Şengalê êrîş şikestiye û hatine paşdexistin. Baskek çeteyên DAIŞ di dorpêça Gerîlayên me de man. Hêzên me yên gerîla darbeyên giran li van çeteyan dane. Çeteyên DAIŞ ji bo cenazeyên xwe bigirin bombeyên mijê bi kar anîne. Di vî şerî de gelek cebilxaneyên aîdî çeteyan ketine destê gerîlayên me. Disa êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember korîdora Şengal-Rojava didome û di xeta korîdorê de di navbera gerîlayên me û çeteyan de berdewam dikin.

- Di 26’ê Îlonê de saet 22.00’an çeteyên DAIŞ hewl dane ji Geliyê Şîlo yê girêdayî Şengalê êrîşî gundê Bare bikin. Li ser bersiva gerîlayên me û Yekîneyên Berxwedana Şengalê dozereke aîdî çeteyan hat rûxandin. Li wir gelek çete hatin kuştin.

- Di 27’ê Îlonê saet 06:30 wesayîteke aîdî Yekîneyên Berxwedana Şengalê dema diçû gundê Bare çeteyên ku kemîna danîbûn rê teqandin şervanekî YBŞ’ê şehîd ketiye.

3. çend rojên dawî ne li navçeyên Diyadîn û Bazîd ên girêdayî Agirî û li herêma bejahî ya wan navçeyan tevgera leşkerên artêşa Tirk a dagirker didome.

4. Di 26’ê Îlonê saet di navbera 08:00 û 14:00’an de balafirên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Zapê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya keşf pêk anîne. Dîsa di heman rojê de saet di navbera 11:30 û 14:00’an de li ser herêma Şehîd Mîzgîn a Bedlîsê saet di navbera 20:00 û 23:30’an de li herêma Yayladere ya Bedlîsê bi awayekî zêde balafirên keşfê geriyane.

27 Îlon 2014

Navenda Çapemenî û Ragahandina-HPG