ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 1’ê Cotmehê saet 19.00’an di navbera gundên Xanesor û Behrevan ên girêdayî Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ çalakiyeke Sabotajê hatiye li darxistin. Di çalakiyê de 4 çeteyên DAIŞ hatin kuştin. Dîsa di 2’ê Cotmehê (îro) li gundên Kizilkent, Gabarê û Cudalê yên girêdayî Şengalê di navbera hêzên me yên Gerîla û çeteyên DAIŞ de şer û pevçûn rû daye. Di şer û pevçûnan de 5 çeteyên DAIŞ hatin kuştin. Şer û pevçûn li cih cihan didomin. Li gel vê li herêma Kizilkent a girêdayî Şengalê li cihên ku berê çeteyên DAIŞ weke baregeh bi kar dianîn û terkkirine 2 makîneyên dozer ji aliyê gerîlayên me ve hatin îmhakirin.
2. Di navbera 30’ê Îlonê saet 23:00 û 1’ê Cotmehê saet 03:00’an de û dîsa 1’ê Cotmehê saet 07:00 û 16:00’an de balafirên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Garê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya bi armanca keşfê geriyane.
3. Di daxwiyaniya me ya 1’ê Cotmehê de me agahî li ser pevçunên li herêmên Koselan û Xoy dabu. Li wê herêmê bombardûmana obus û hewanan a pastarên rejîma Îranê heta niha didomin. Dîsa rojek berê di navberê Gerîlayên me û pastarên rejîma Îranê pevçun derketbun me dabu xwiyakirn ku 3 pastar mirine. Yek ji wan pastarên hatine kuştin de rayedarekî leşkerî yê herêma Xoy'ye. û yek ji wan yên koordîna leşkerî dikir.
2 Cotmeh 2014
Navenda Çapemenî û Ragahandina-HPG