ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 30'ê Îlonê saet di navbera 19:00 û 23:00 de balafirên şer yên artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Avaşîn ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê geriyane. Dîsa di 30'ê Îlonê saet di navbera 14:00 û 15:00, 21:00 û 22:00 de balafirên şer li ser Saheya Botanê geriyane.
- Di 1'ê Cotmehê (îro) saet di navbera 01:00 û 06:00 de balafirên şer yên artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Avaşîn ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê geriyane, dîsa di 30'ê Îlonê saet di navbera 20:30 û 00:00 de jî balafirên keşfê yên bêmirov li herêma Zapê geriyane.
2. Ji 29'ê Îlonê û vir ve artêşa Tirk a dagirker ji Mûşê ber bi navçeya Amed Pasûrê leşkeran vediguhezîne, her weha di 1'ê Cotmehê (îro) saet di 09:30 de bi helîkopterên bi tîpa Skorsky bi mebesta keşfê bikin li herêma Şehîd Mizgîn a Bedlîsê keşf kiriye.
3. Di 29’ê Îlonê de pastarên rejîma Îranê bi gelek silahên giran li hemberî herêmên gundê Teremûş, gundê Karagul, Girê Sor, Qada Girê Eşek, Girê Karakoy, Girê Teremuş û Zozanên Teremûşê yên girêdayî Kosîle û Xoy operasyonek dane destpêkirin. Dema pastarên Îranê xwestine bi dizî operasyonê li ser nuqteyên gerîlayên me pêk bînin. Piştî gerîlayan me bûyer ferq kirin di navbera wan û leşkerên Îranê navbera saet 07.00 û 11.00’an de şer û pevçûnan rû dane. Di pevçunan de net 3 leşkerên Îranê mirin. Saet 02:00'an de pastarên rejîma Îranê paşde vekşîne. Di 30’ê Îlonê de hêzên rejîma Îranê ji sibê heya saetên şev herêma operasyonê bi obûs, hewan û katûşan topbaran kirine.
1 Cotmeh 2014
Navenda Çapemenî û Ragahandina-HPG