HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di roja 30 cotmeh demjimêr 22:00 an de li Gundê Sînunê yê girêdayî Şengalê çeteyên Daiş yên li bînayekê de ji aliyê gêrîllayên me û Hêzên YBŞ ve çalakiyek ya serdegirtinê hat encamdayîn. Gêrîllayên me bi çekên giran û yên takesî lêxistine, li vê derê 5 çete hatine kuştin. Di vê pevçûnê de 1 şervanê YBŞ ‘ ê şehît ketiye.

2. Di roja 30 cotmeh di navbera demjimêrên 14:30 û 15:00 an de ji qereqola Bîlîcan ya liser xeta sînor ya herêma Zapê li hember Girê Karwan, Girê Talîsa, û Gİrê Gareyê Biçûk bi Obûs û Hewanan topbaranek encam dayîne.

3. sê rojên dawî ne artêşa Tirk li herêmên Çiyayê Fila û Bîşya Reş ya girêdayî Şirnexê pusuyan li dardixin. Herwiha ji roja 30 cotmehê ve artêşa Tirk li herêma Pira Rîsol pusûyan pêktîne.

31 cotmeh 2014

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG