HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di roja 28 cotmeh demjimêr 08:00 an de artêşa dagirker a Tirk ji beriya niha rêya ji bo derbazbûna Tanga ya girê Meymûn ya li ser xeta sînorê Heftenîn cardin dest bi çêkirina rêyan kirine.

2. Di roja 29 cotmeh di navbera demjimêrên 22:00 û 23:00 an de balefirên bê mirov yên artêşa dagirker a Tirk yên keşfê li ser Herêmên Parastinê yên Medya herêma Zapê tevgerên keşfê kirine. Cardin di roja 30 cotmeh ( îro) di navbera demjimêrên 01:50 û 05:00 li ser herêmê keşfê berfireh kirine.

3. Di rojên dawî de artêşa Tirk ji bo qereqola Gir’ê ya girêdayî navçeya Amed Licê sewqiyata pir zêdê ya leşkerî pêtîne. Di heman demê de li qereqolê mewziyên nû û restorasyona qereqolê tê kirin.

30 cotmeh 2014

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG