HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 27’ê Îlonê de di saet 11.10’an de li navenda Dersimê li herêmên Uzuntarla, Pira Xilbiz û Geliyê Harçik li dijî du helîkopterên skorskyan ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyan de her du helîkopterên skorskyan derbe xwariye û naçar maye li herêma Kirmizikopru dakeve. Piştî çalakiyan bi qasî saetekê li dijî herêmê ji aliyê artêşa dagirker a TC’ê bi helîkopterên kobra hatiye bombebarankirin.

 

2. Di 27’ê Îlonê de di navbera saet 16.00-19.00’an de li ser riya Dersim – Erzinganê ji aliyê gerîla yê me çalakiyek rêbirînê hatiye lidarxistin. Di çalakiya ku 100 wesayit hatiye rawestandin û venêrîna nasnameyan hatiye kirin de sercerdewanek hatiye girtin, maşîna wî jî hatiye şewitandin. Herweha tirek, tankêrek û kemyoneke alav barkirî jî ji aliyê gerîla yê me hatiye şewitandin. Riya Dersim Erzinganên heta sibê girtî maye, herweha piştî çalakiyê li dijî herêmê ji aliyê artêşa dagirker a TC’ê opersyonek hatiye lidarxistin. Li dijî artêşa dagirker a TC’ê ya derketibû operasyonê ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

3. Di 26’ê Îlonê de li Dersimê li dijî herêmên Îksor û zozanên Sultanbaba ji aliyê artêşa dagirker a TC’ê bi piştgiriya helîkopterên kobrayan operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

4. Di 26’ê Îlonê de li navçeya Erelix ya bi ser Îdirê li nêzî herêma Panikê dozerek û wesayitek ku rê dibirin çiyayê Agirî ji aliyê gerîla yê me hatiye şewitandin.

5. Di 28’ê Îlonê de (îroj) di navbera saet 04.00-05.30’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Goristana Şehîdan û herêma Şehîd Şerîf a bi ser Xinêrê ye ji aliyê artêşa dagirker a TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

6. Di 28’ê Îlonê de (îroj) di derdora saet 06.00’an de li navçeya Çelê ya bi ser Colemergê li dijî Semedar, Samûray, Çelê Diguh, Qîrê, Helwesîs û Çepê Mirîşka ji aliyê artêşa dagirker a TC’ê bi helîkopterên kobrayan hatiye bombebarankirin. Piştî bombebaranê bi 4 helîkopterên skorskyan 60 carî bi daxistinan li herêmê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

7. Di 27’ê Îlonê de di navbera saet 11.30-12.30’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Ertûş, Şehît Newal û quntarên wê, Keleya Ertûş, Girên Çeko, Şehît Rifat û Şehîd Colemerg ku bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

8. Ji 27’ê Îlonê heta ber destê sibê ya 28’ê Îlonê li Herêmên Parastina Medya li dijî Ertûş, Şehît Newal û quntarên wê, Keleya Ertûş, Girên Çeko, Şehît Rifat û Şehîd Colemerg ku bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

9. Dİ 26’ê Îlonê de di navbera saet 04.30-06.30’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Ertûş, Şehîd Cîhat, Şehît Rifat, Şehît Colemerg, Quntarên Xeregol, Neqeba Çeto û Gİrê Havan ku bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

10. Di 26’ê Îlonê de di navbera saet 20.30-22.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Kela Ertûş bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

11. Di 23’ê Îlonê li Amedê ji gundê Berav yê bi ser navçeya Lîcê ye mamosteyek, ji gundê Zengê 4 mamoste, ji gundê Xelxol yê bi ser Xezroyê 4 mamoste dîsa di 27’ê Îlonê de 3 mamoste li navçeya Elezîzê Miyaranê ji aliyê gerîla yê me hatiye binçavkirin. Li gel polîtîkayên qirqirina ziman û çandê, polîtîkayên tirkkirinê û hilandinê yên artêşa dagirger a TC’ê û hukumet a AKP’ê ya faşîzma kesk dimeşînê zêde dibe. Di vê çarçovê de li gor hiqûqê di derbarê mamosteyên hatiye binçavkirin de wê raya giştî di rojên pêş de were agahdar kirin.

28 Îlon 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê