HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 29’ê Îlonê de di navbera saet 10.00-10.30’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundê Fila ku bi ser Metîna ye ji aliye artêşa dagirker a TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

 

2. Di 28’ê Îlonê de li navçeya Pulumur ya bi ser Dersimê li dijî wesayiteke dijmin li nêzî gundê Xilvês ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, 4 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a TC’ê bi helîkopterên kobra herêm hatiye bombebarankirin. Herweha bi şewitandina wesayitê ya di çapemeniyê de derbas dibe tu têkiliya gerîla yê me nîne. Wesayit ji aliyê artêşa TC’ê hatiye şewitandin.

3. Di 28’ê Îlonê de (îroj) di derdora saet 06.00’an de li navçeya Çelê ya bi ser Colemergê li dijî Semedar, Samûray, Çelê Diguh, Qîrê, Helwesîs û Çepê Mirîşka ji aliyê artêşa dagirker a TC’ê operasyonek hatibû lidarxistin. Di 29’ê Îlonê de operasyona li herêmê ber bi gundên Tuxubê, Guzareş û Kaniya Osê berfireh bûye. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

4. Di 28’ê Îlonê de di saet 13.00’an de li navçeya Basa ya bi ser Şirnexê li dijî wesayiteke leşkerî ya ji qereqola Bizinkê ber bi Germavê diçû ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 5 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin. Nûçeyên birîndarbûna sîvîlan a di çapemeniyê de dûrî rastiyê ye.

5. Di 28’ê Îlonê de ji saet 23.00’an heta 29’ê Îlonê (Îroj) saet 03.00’an li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Şehîd Ayhan a bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

6. Ji 27’ê Îlonê û vir ve ji saet 21.00’an heta 04.00’an li navçeya Kopê ya bi ser Mûşê li dijî gundên Meymik, Metekent, Adgor û Piyon ji aiyê artêşa dagirker a TC’ê bi tevlêbûna leşkerên Kopê û cerdewanên gundê Adgonolîzê bi rengê kemîn û keşfa operasyon tê lidarxistin.

7. Di 25’ê Îlonê de li Çewlikê li dijî herêmên Kurudere, Bilaloglu, Çîrîz, Şabanlar, Azê, Hasar, Cigerna û derdora Çewlike ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê operasyonek hatibû lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

8. Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê di 28’ê Îlonê de di derbarê bûyerên li Êlihê qewimîbûn daxuyaniyek dabÛ. Di vê daxwuyaniyê de agahiya şahadeta gerîla yê me yê bi navê Mahsum û Bager û qetilkirina 3 sivîlan daxuyandibû. Di ve pevçûnê de hevalê me Mahsûm – Zemirhan Tokdemîr jî bi lehengî şer kiribû û şehîd ketibû.

Mahsum - Zemirhan Tokdemir

Nasnav: Mahsum Şoreş
Nav û paşnav: Zemirhan Tokdemir
Sal û cihê jidayikbûnê:  1981 - Sêrt
Nav û paşnav: Cemile - Mehmet
Sal û cîhê tevlêbûnê: 1999 - Xinêrê, Herêmên Parastina Medya
Dîrok û cihê şahadetê: 26 Îlon 2011 / Êlih

Em ê bibin şopdarê riya Hevalê Mahsûm ya bi biryardarî û bi ezm dişopand. Em ê tekoşîna xwe ji herdemê zêdetir bilind bikin.

29 Îlon 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’e