HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Gerîlayên me HPG û YJA Star darbeyên giran li operasyona artêşa Tirk a li Geliyê Dostkî dixin. Di van çalakiyên gerîlayên me de herî kêm 35 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn.

Di çarçoveya Pêngava Şehîd Reşîd Serdar de, li Oremarê serweriya hêzên me yên HPG û YJA Star didome.

Di 28’ê Îlonê de saet, 10.00’an baskekî operasyona artêşa TC a bi piştgiriya cerdevanan li qadên Geliyê Dostkî, Mergezerê û Bînbîr daye destpêkirin, ji aliyê gerîlayên me ve ketiye kemînê. Di encama çalakiya kemînê de bi awayekî  zelal 8 leşker hatine kuştin û ev baskê operasyonê bê encam vekişiya.

Baskekî din ê êrîşê jî di nava rojê saet 14.00’an û êvarî saet 02.00’an, du caran êrîş kir û xwest Girê Şehîd Rojhat bigire. Piştî nîvro hêzên gerîlayên me ji 4 baskan ve li baskê operasyonê dan û 4 leşker kuştin. Di êrîşa êvarî de jî gerîlayên me kemîn danîn û di mesafeya bombeyê de bi bandor li leşkeran dan. Di encam de 7 leşker hatin kuştin û ji ser meytên leşkeran 2 çekên Melez rakirin.

Hevala Nûda Mardîn ji bo pêşdeçûna artêşa TC bigire di berxwedanê de rolek di asta pêşengiyê de lîst û bi awayekî aktîf di nav pevçûnê de bû, bi giranî birîndar bû. Heval Nûda Mardîn piştî wê gihîşt şehadetê.Sîcîla  hevala me Nuda Mardin we pîşre bi berfîrehi were ragihandin.

Ddi 29’ê Îlonê de di danê sibê de  saet 04.30’an artêşa TC bi helîkopterên Skorsky ve miriyên xwe rakirin, heman rojê de ji bo pêş de biçin jî hêzê xwe ya operasyonê xist meriyetê. Li hember vê hêzên gerîlayên me ji 4 baskan ve çalakî û lêdanên bi bandor pêk anîn, 7 leşker kuştin, hejmara mirî û birîndaran zêdetir e, lê nehat  zelalkirin.

Di 30’ê Îlonê jî dema 3 leşker bi komî disekînin çalakiya sabotajê pêk hat û her 3 leşker jî hatin kuştin.

Operasyona artêşa TC  a li Mergezerê bê encam û têkçûyî ma, di vê herêmê de operasyona xwe tenê bi balafirên şer, obus, hawan û topan didomîne û derdorê rasterast bomberdûman dike.

Di 30’ê Îlonê de  baskekî operasyonê ya artêşa TC xwest li qûntarê Tepe Şehîd Azîz ê girêdayî herêma Bînbîr pêş de biçe, lê hêzên gerîlayên me li hember wan çalakî pêk anîn û ew sekinandin. Ji mesafeyek nêz, mesafeya bombeyê de lê dan û 6 leşker kuştin, gelek jî birîndar kirin.

Êvarî saet 17.00’an jî baskekî operasyonê yê din bû hedefa hêzên gerîlayên me û di encama çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn. Mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ve rakirin. Artêşa TC ti pêşdeçûn bi dest nexist û herêmên Geliyê Dostkî, Bînbîr û qûntarê Tepe Zîncîr bi balafirên şer, obus û hawanan bomberdûman kir.

Di 30’ê Îlonê saet 20.00-21.00’an balafirên şer qûntarên Tepe Merga, Tepe Şehîd Ozan û Tepe Şehîd Azîz bomberdûman kirin.

Operasyonên cihcihan didomin rastî çalakiyên hêzên gerîlayên me tên, di encama van çalakiyan de tiştê ku bi çav hate hejmartin; 39  leşker hatin kuştin, li ser 10’î jî leşker birîndar bûn.

1Cotmeh 2015
Navenda Çapamenî û Ragihandina HPG