ji çapemenî û raya giştî re!
Çalakiyên gerîlayên me HPG'ê bi berfirehî didomin. Hêzên gerîlayên me li hemberî qereqola Êrîş a li ser sînorê herêma Zapê bi çekên giran çalakiyek pêk anîn. Di ve çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin u birîndar bûn.
Di roja 29'ê Îlonê de saet di 07:30 de hêzên me yên gerîla, li hemberî qereqola Êrîş a li ser sînorê herêma Zapê ye, bi çekên giran çalakî lidar xistin. Li qereqola ku derbên xurt lê hatin xistin, xisara madî rû da; hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin. Piştî vê çalakiyê qereqola Êrîş obus û hawan avêt qada Xeregolê.
Di roja 30'ê Îlonê de saet di 16:00 de, li hemberî helîkoptereke Skorsky ya diçû qereqola Girê Çete ya Alaya Topvanan a Bejuhê, hêzên me yên gerîla çalakiyek pêk anîn. Helîkoptera bi tîpa Skorsky ya derb ji vê êrîşê xwar, ji herêmê çû. Piştî çalakiyê Alaya Topvanan a Bejuhê, qada Kêlik bi obus û hawanan bombe kir.
Di roja 26'ê Îlonê de saet di 18:00 de, hêzên me yên gerîla avêtin ser navendeke kaşûnê ya taybet a li Colemêrgê û 2 maşînên kar, 2 televîzyonên mezin, 2 konteynir û kelûmelên kaşûnê şewitandin, îmha kirin.
DI ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ DE LEŞKEREK HAT KUŞTIN
Di roja 28'ê Îlonê de saet di 16:00 de, tîmeke me ya gerîla li hemberî qereqola Şêx Cûma ya Bedlîsê çalakiyeke sûîqestê lidar xistin û di encamê de leşkerek hat kuştin.
Di 30'ê Îlonê de saet di 17:00 de, li dijî stasyoneke bazê ya di navbera gundê Herdê û Şêx Cûma yên Bedlîsê de tîmeke me ya gerîla çalakiya sabotajê pêk anîn û di encamê de stasyona bazê hat rûxandin.
Ji saet 21:00 ê 28'ê Îlonê heta danê nîvro yê 30'ê Îlonê, artêşa TC ji bo agahiyên wan li derve belav nebin, xeta ragihandin û eletkrîkê ya navçeya Bedlîs Tetwanê qut kirin. Her wiha rêya diçe Şehîdgehê jî birî ye.
LI HEMBERÎ LEŞKERÊN ÊRÎŞÎ ŞEHÎDGEYA LI BEDLÎSÊ KIRIN ÇALAKÎ
Di roja 28'ê Îlonê de saet di 21:00 de artêşa TC, rêgeha Deşta Seyîdava ya Bedlîsê girt û operasyonek da destpêkirin. Bi vê operasyonê re şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ku di heman demê de nirxên pîroz ên gelê Kurd in, hedef hatiye girtin. Di roja 29'ê Îlonê de operasyon li qada Şehîdgehê berfireh bûye û li qadên Tuyî, Girê Beran, Deşta Seyîdava, Geliyê Înîp, Sirtê Radar, Gundê Xumaç, Gundê Korcan, Gundê Kultik û Gundê Olega Jêr û Jor, hat meşandin.
Saet di 10:00 de, hêzên me derbên bi bandor li leşkerên ku bi 8 wesayîtên zirxî yên kîrpî, 7 wesayîtên kobra û 3 maşînên kar êrîşî şehîdgehê kirin. Maşînên kar ên derb xwarin vegeriyan, wesayîtên zirxî û hêza operasyonê jî li şûna xwe man. Ji ber gulereşandina ji helîkptera Kobra, li herêmê şewat derket.
Artêşa Tirk sibeha 30’ê Îlonê de dînamîtên kirine avahiya muzeyê teqandine û muze teqandiye. Hêza operasyonê ya bi wesayîtên zirxî û maşîneyên kar careke din ber bi şehîdgehê ve hatiye, ji aliyê gerîlayên me ve careke din hedef hat girtin. Di encama ku wesayîtên zirxî û maşîneyên kar hatine derbkirin de yek jê berbaz 4 leşker hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn. Dîsa di encama ku maşîneyên kar hedef hatine girtin de 2 operatorên ewlekariyê hatin kuştin, operatorek jî birîndar bûy. Maşîneyeke kar a ji bo xerakirina şehîdgehê hatiye hatiye şewitandin. Leşkeran eraziya şehîdgehê, baxçe û eraziyên gundiyan şewitandin û saet 17.00’an vekişiyan.
Wê detayên berfireh ên van operasyonan paşê bên aşkerakirin. Di operasyonan de têkiliya me bi tîmeke gerîlayên me re qut bûye.
Li derdora gundên Kûrkurîk, Şîlk, Kayaci, Şobek, Şorda û Çatkoy ên girêdayî Mazgêrd a Dêrsimê ev hefteyeke komeke kontra tevdigere. Ev koma ku mîhên şivanan ji wan girtiye, dîsa erzaq û pereyan kom dike, gule berdaye gundê Kayaîçî yê Mazgêrd. Pêwîst e li hember vê koma kontra gelê herêmê hişyar be.
Ji 17’ê Tebaxê ve rêyên Dêsim-Pulur û Dêrsim-Erzîngan di kontrola gerîlayên me de ye.
Artêşa Tirk Êrîşî Herêmên Gerîlayên Me Kir
Artêşa Tirk, 1’ê Cotmehê ji qereqola Bezelê; gundê Herkî, Erdewê, Tepê Sor û qûntarên wê yên girêdayî Şemzînanê bombe kir.
Di 1’ê Cotmehê de saet 05.30 - 06.00’an qereqola Bezelê ya li ser sînorê herêma Avaşîn; gundê Herkî, Erdewê, Tepê Sor û qûntarên wê, saet di navbera 06.00-06.45’an de qereqola Oremar; girê Şehîd Faraşîn, girê Şehîd Afat û qada Dola Bira, qereqola Rubarok; saet 07.30 qûntarê Tepê Xwedê bi obus, hawan û katûşan bombe kirin.
Di 1’ê Cotmehê de saet 06.00-06.30’an qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê herêma Oremarê bi obus û hawanan bomberdûman kir.
Di 30’ê Îlonê de saet 12.00-13.30’an qereqola Bîlîcanê ya li sînorê herêma Zapê, herêmên Tepê Çete, Şehîd Serdar , gundê Zêvê; saet di navbera 12.00-12.30’an de qereqola Êrîş, herêma Garêya Biçûk bi obus û hawanan bomberdûman kir.
Di 30’ê Îlonê de saet di navbera 06.00-11.00’an de pêgerên hewayî yên keşfê li ser herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê geriyan. Her wiha, saet 12.00-14.00’an li ser herêma Metîna; saet 12.00-16.00’an li ser herêma Zapê, tevgera balafirên şer hêbû.
Di 30’ê Îlonê de saet 14.00’an qereqolên Dûrê û Batimeyê yên li sînorê herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, herêmên Kolankê, gundên Tûyê Jorê û Nerdûşa bi obus û hawanan bomberdûman kirin. Her wiha, 2 helîkopterên Kobrayê li herêmên gundên Nerdûşa û Kolankê dan; saet 17.15’an balafirên şer herêmên Golanke, Deryan û Dola Koto bomberdûman kirin.
1 Cotmeh 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG