HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 30’yê gulanê de saet di 23.00 û di 31’ê gulanê de saet di 02.00’yan ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qada Şeşdara ku girêdayî Heftanînê ye êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin.

2. Di 30’yê gulanê de saet di navbera 22.00-24.00’an de ji hêla Artêşa TC’ê li hember qada Şikêra ku bi ser Heftanînê ve girêdayî ye êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin.

3. Di 29’ê gulana 2010’an de me dabû daxuyandin ku, di 27’ê gulanê de li qada Geliyê Marînos di operasyona Artêşa TC’ê de pevçûnek hatibû jiyandin û 4 leşkerên Artêşa TC’ê hatibûn kuştin. Bes ev çalakiya ku ji hêla gerîlayên me ve hatiye li dar xistin, ne pevçûnek e. Ev çalakiyeke misîlemeyî ye û li hember êrîşa hewayî ya ku di 17’ê gulanê de li Qadên Parastina Medya , li hember Xakurkê ku çar hevalên me şehîd ketibûn, li dar ketiye.

4. Di 29’ê gulanê de li hember ewlekariya radara ku li gundê Kîsecîka ku girêdayî navenda Hatayê ye, ji hêla gerîlayên me ve çalakiyeke misîlemeyî hatiye lidarxisitn û di vê çalakiyê de ji hêla bîrîmên me yên gerîla ve du çeper hedef hatine girtin û leşkerên ku di çeperan de reviyane. Di van çeperan de gerîlayên me du endamên ewlekariya taybet kuştine û dest dane ser du çekên wan ên G-3.

5. Di 29’ê gulanê de li Qadên Parastina Medya li hember qadên Şehîd Ferhad, Angola, Çiyayê Reş, Girên Kale û Cehenem, Dola Şîvê, Elê, gundê Sernê û Zêvkê, saet di navbera 22.00 û 24.00’an de, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.

6. Di 29’ê gulanê de li Qadên Parastina Medya li hember qadên Dola Sûlê û Kato Sûlê ku girêdayî herêma Heftanînê ne, Artêşa TC’ê saet di navbera 21.00 û 24.00’an de êrîşeke bi hawan û obûan li dar xistiye.

7. Di 29’ê gulanê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember geliyê Basya ku girêdayî herêma Zagrosê ne, saet di navbera 17.00 û 18.00’an de êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin.

8. Di 28’ê gulanê de Artêşa TC’ê li hember herêma Navyana Şêxa ku li bejahiya Gûneyçama Şirnexê ye operasyonek daye destpêkirinê û li hember yekîneyên ku tevlî operasyonê bûne, hêzên gerîlayên me bi armanca tolgirtina di demên dawîn de hevalên me yên ku şehîd ketine çalakiyeke misîlemeyî li dar xistine. Çalakiya ku danê sibehî saet di 05.30’an de li dar ketiye de 1 ji wan cahş, çawişekî pispor, bi tevahî 6 hêzê dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê dijmin li herêma Şehrîbanê bi firokeyên skorsky daxistinan kiriye û dijmin êvarî neçar maye bi paş ve vekêşe. Piştî ku dijmin bi paş ve vekişiyaye, li herêmê bi armanca keşf û kemînavêtinan hinek yekîneyên xwe yên veşartî hiştiye.

9. Di 28’ê gulanê de li hember qada Xapûşka Şemzînanê operasyoneke Artêşa TC’ê hatiye li dar xistin û hêzên gerîlayên me bi armanca tolgirtina di demên dawîn de gerîlayên me yên ku şehîd ketine, çalakiyeke misîlemeyî li dar xistine. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatine kuştin.

10. Di 24’ê gulanê de li herêmên Sêguşka, Girê Derîş, Ewînî û Cirzê ku girêdayî Stewra Mêrdînê ne operasyona ku hatibû destpêkirinê, di 28’ê gulanê de bi paş ve vekişiyaye. Di dema bi paş ve vekişandinê de, gerîlayên me saet di 10.00’an de bi dafikekê maşîneke bi marqeya Reo li hewayê xistine. Der barê mirî û birîndarên dijmin de agahiyeke zelal bi dest neketiye. Dijmin mirî û birîndarên xwe bi firokeyên skorskyan rakiriye Amed û bi ambûlansan biriye navçeya Stewrê.

11. Di demên dawîn de bi taybet jî li Sêrt û Perwariyê, li hember keçên ciwan ên gelê me êrîşên alçaxî bi pêş ketine û ji bona hesap ji yên ku vê alçaqbûnê kirine, hesap ji endamên şerê taybet bê pirsîn û bêne înfazkirinê, bîrîmeke me çûye Perwariya Sêrtê. Encax dema ku bîrîma me ya gerîla, di 27’ê gulanê de dema ku hewl daye biçe ser hedefa xwe, ji hêla leşkerên Qereqola Jendermeya navçeyê ve hatine ferqkirinê, bêyî ku ew hêmanên ku li rûmeta gelê me lîstine hesap bê pirsîn û bêne înfazkirinê, nîzamiya qereqola jendermeyan hedef girtine, çalakî li dar xistine. Di çalakiyê de eydî Artêşa TC’ê 2 hatine kuştin û yek jî birîndar bûne. Gerîlayên me li vir dest dane ser çekek BKC û eydî vê çekê 160 fîşek, 1 çeka G-3 û dûrbînekê. Piştî çalakiyê dijmin bi bi piştgiriya firokeyan operasyon li dar xistiye û gelek cahş jî tevlî vê operasyonê bûne. Piştî çalakiyê yekîneyên bi saxlemî gihîştine yekîneyên xwe.

12. Di 26’ê gulanê de ji hêla Artêşa TC’ê li hember girê Elemûnê, gundê Arûşê û herêma Kûraşînê ku girêdayî Qilabana Şirnexê ne operasyonek daye destpêkirinê. Bi armanca tolgirtina hevalên me yên ku di 17’ê gulanê de di êrîşa hewayî de li Xakurkê şehîd ketine, hêzên gerîlayên me li hember operasyonê çalakî li dar xistine. Çalakiya ku bi şev saet di 24.10’an de bi awayê serdegirtinê li dar ketiye de, bi tevahî 16 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê eydî leşkerên dijmin gerîlayên me dest dane ser çekeke M27 û zincîra wê, çekeke HK-33 û çenteyên leşkerî û 8 çekên HK-33, 6 çente û 3 kon jî hatine tunekirinê. Piştî operasyonê çalakî ber bi Kuraşînê, Derbesta, Govka û hevrazên Girê Elemûnê hatiye berfirehkirinê û di 29’ê gulanê de bi paş ve vekişiyaye. Piştre qada ku çalakî li dar ketiye, ji hêla firokeyan ve û topan ve qad hatiye bombebarînkirinê.

31 Gulan 2010

Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG