Ji gelê me û rayagiştî re;
1. Di şeva 30’yê gulanê ku bi 31’ê gulanê ve girê dide, saet li derdora 00.40’an de eydî Eyaletama ya Amanosê ya HPG’ê, ji hêla Tîma Şehîd Karker ve li hemberî Fermandariya Piştgiriya Îkmalê ya Deryayê ya Îskenderûnê çalakiyek li dar ketiye û di vê çalakiyê de gerîlayên me ji têlên derbas bûne û gihandine qulûbeya leşkeran û di dema nobet guherînê de, maşîna bi marka reo ya leşkerî û qulûbeya nobetê hedef hatiye girtin û bi roketavêjên B7 û çekên ferdî hatine lêdan. Maşîna ku tê de nêzî 20 leşker hebûne bi tevahî hatiye rûxandin. Di çalakiyê de 7 leşkerên dijmin hatine kuştin û ji 3 giran 11 leşkerên dijmin jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê gerîlayên me bi ewlehî gihîştine yekîneyên xwe.
2. Di 31’ê gulanê de saet di 19.30’an de li nêzî girê Batman ku girêdayî navenda Dêrsimê ye, ji hêla gerîlayên me ve du maşînên bi modelên Xezala Çiya û Jamer hatine lêdan. Di kemînê de bi çekên ferdî maşîn lêdan xwarine û bi leşkerên ku li gir bi cî bûne re pevçûn hatiye jiyandin. Di çalakiya kemînavêtinê de û di pevçûna bi leşkerên di gir de ne re de, mirî û birîndarên leşkerên dijmin çêbûne, bes ji hêla me ve hejmar nehatiye zelalkirinê. Piştre dijmin bi firokeyên kobra û skorskyan li qadê operasyonek daye destpêkirinê.
3. Di 31’ê gulanê bi şev saet di navbera 23.00 û 24.00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember zozanên Dêrare û gundên Orê û Arûşeyê êrîşeke bi hawan û obûsan lidarxistiye.
4. Di 29’ê gulanê de êvarî saet di 17.30’an de li hember qereqola Şûzê ku girêdayî Berwariya Sêrtê ye ji hêla gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxisitn. Di encma vê çalakiyê de leşkerek û 2 cahş mirine û 2 leşker û cahşek jî birîndar bûne. Piştî çalakiya ku li dar ketiye, dijmin li qadê operasyonek daye despêkirinê û di vê operasyonê de hêzên gerîlayên me di 30’yê gulanê de li hember dijmin bi mayîneke dafikî de leşkerek kuştine û yek ji wan jî birîndar bûye. Di heman operasyonê de, eydî dijmin maşînek jî hatiye lêdan, bes der barê mirî û birîndarên wan de agahiyeke zelal bi dest neketiye. Piştî vê bûyere bi tevlîbûna cahşen ji nû ve operasyonek hatiye destpêkirinê. Hêzên gerîlayên me di operasyonê de bang li cahşan kiriye, da ku şer nekin. Piştî ku ji cahşan ve bersiveke neyînî tê dayîn, di navbera gerîlayên me û cahşan de pevçûneke nîv saet hatiye jiyandin. Di vê pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin û 2 cahş jî birîndar bûne. Operasyona navborî danê êvarî bi paş ve vekişiyaye.
01 Pûşper 2010
Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG