HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji bû çapemenî û raya giştî re!

Gerîlayên me  HPG û YJA STAR'ê, bi çalakiyên bi bandor bersivê didin êrîşên dewleta Tirk. Di çalakiyan de 25 leşker û 4 polîs hatin kuştin.

COLEMÊRG

Di roja 15'ê Îlonê de saet di 17:30 de, li hemberî konvoyeke ji wesayîtên zirxî ya ji Wanê diçû Colemêrgê, hêzên me yên gerîla çalakiyek pêk anî. Di encama çalakiya sabotajê de wesayîteke zirxî bi temamî îmha bû; di ve wesayîte de 3 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî bi giranî birîndar bûn. Ev çalakî ji aliyê tîma me ya Şehîd Laşer Tolhildan ve ji bo bîranîna gelê me yê welatparêz ê li Cizîrê hate qetilkirin, hat lidarxistin.

Di roja 16'ê Îlonê de saet di 01:30 de, li herêma di navbera gundên Şaîte û Sekran ên navçeya Colemêrg Geverê, li hemberî 2 stasyonên bazê yên Vodafonê çalakiyek hat kirin û di encamê de her du stasyon hatin rûxandin.

Di 14'ê Îlonê de saet di 18:00 de, li hemberî wesayîteke zirxî ya ji tabûra Geverê derdiket û tê de tîmên tevgera taybet hebûn, hêzên me yên gerîla bi çekên giran û ferdî çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiya ku derbên xurt li wesayîta zirxî hat xistin de, hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin. Her wiha hejmarek zêde ambûlans hatin cihê bûyerê.

Di roja 16'ê Îlonê de saet di 13:30 de, artêşa T.C li ser rêya Colemêrg û Wanê derket operasyonê. Di vê operasyonê de artêşa T.C gule li derdorê reşand û ji ber vê gulereşandinê li erdê gundê Rezanê şewat derket. Şewata li vir hînê dewam dike.

ZAP

Di çarçoveya Pêngava Şehîd Reşît Serdar de, di roja 14'ê Îlonê de saet di 15:00 de li hemberî qereqola Geman a li ser sînorê herêma Zapê ye, 2 çalakiyên sûîqestê hatin kirin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê qereqola Gemanê bi çekên giran gule li derdora xwe reşand.

ŞIRNEX

Di 15’ê Îlonê de hêzên gerîlayên me li hember stasyonek bazê ya înternetê û Tirk Telekomê ya li gundê Pirosa yê girêdayî navçeya Bêşebabê ya Şirnexê çalakiyek  pêk anîn û di encam de stasyona bazê hat îmhakirin.

AMED

Hêzên gerîlayên me ji bo bîranînên ciwanên di encama êrîşa artêşa Tirk de şehît ketin, Senar Garzan di berxwedana Farqîn a Amedê; Rûken Acar di berxwedana Taxa Baglarê û ciwanên di berxwedana Cizîrê de şehîd ketin, 2 çalakiyên berfireh pêk anîn.

Di 14’ê Îlonê de danê êvarî saet 18.45’an hêzên gerîlayên me li hember navenda navçeya Hezroyê ya Amedê ji 5 baskan ve çalakî pêk anîn. Çalakî bi roketan, bombeyan û çekên ferdî pêk hatin, li hember hedefên leşkerî yên derdora girtîgehê pêk hat û li vir 3 leşker hatin kuştin. Du çeperên hatin îmhakirin û wesayîteke zirxî ya tîpa panzer bi teqemeniyê hat derbkirin. Her wiha ji 2 baskan ve 2 çeperên pêşiya avahiya Emnîyetê jî  bûn hedef û hatin îmhakirin. Li vir wesayîtek tîpa Akrep jî di encama derbeyan de kete rewşeke ku êdî nayê bikaranîn. Di pevçûnê de hinek cerdevanan êrîş kirin û li ser vê hêzên gerîlayên me jî bersiva wan dan. Di vê êrîşê de 4 polîs hatin kuştin û yek jî birîndar bû. Komek hêzên gerîlayên me bi çekên ferdî li avahiya Qeymeqamtiyê dan, komek din jî bi BKC, B-7 û çekên ferdî ve tabûra leşkerî kirin hedef û bi awayekî bandor lêdan. Bi gişti di çalakiyê de 7 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Hevalê Delîl di nav tîma me ya avahiya Emniyetê hedef girtibû de cih digirt, dema çalakiyê de birîndar bû. Hevalê Delîl bi awayekî fedaî heta dawiyê li ber xwe da, di serketina çalakiyê de bû xwedî roleke girîng di çalakiyê de şehîd ket.

Nasnameya gerîlayê me ye şehîd kête  wiha ye:

delil mehmet_small

 

 

 

Nasnav: Delîl Koçer
Nav-Paşnav: Mehmet Cemal Demîr
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Navê dayik-bav: Meryem - Beşîr
Dîrok û cihê şehadetê: 14’ê Îlona 2015 / Amed

 

 

Di 15’ê Îlonê de saet 18.00’an artêşa TC bi piştevaniya cerdevanan, li girên stratejîk ên girêdayî navçeya Hezroyê ya Amedê kemînan datîne.

Di 14’ê Îlonê de  saet 22.30’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola polîsan a Fatîhê ya li navenda Amedê wê çalakî pêk anîba, lê ev çalakî hat ferqkirin û guherî pevçûnê. Polîsên birîndar bûn hene û der barê vê çalakiyê de nûçeyên hatine dayîn derew in.

Ji 15’ê Îlonê û vir ve rêya Licê û Pasûr ên Amedê di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ye.

Ji 13’ê Îlonê û vir ve rêya Çewlik-Amedê di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ye.

ÇEWLIK

Di 15’ê Îlonê de saet 09.50'an 2 wesayîtên zirxî yên artêşa TC dema ji navçeya Kizilagaç a Çewlikê diçû Mûşê, li nêzî gundê Korbûx ji aliyê gerîlayên me ve hedef hatine girtin. Li hemberî wesayîteke zirxî çalakiya sabotajê pêk hatiye. Ev wesayît bûye 3 parçe û ji qadeke 60 metreyî belav bûye. Piştî teqînê artêşa TC bi wesayîtên zirxî û ambulansan mirî û birîndarên xwe rakirin. Di medyaya artêşa şerê taybet a Tirk de ku hat gotin 2 jê giran 12 birîndar hene, lê bi awayekî zelal 10 leşker mirin 5 leşker jî birîndar bûn.

MÛŞ

Ji 7’ê Tebaxê ve rêya Trenê ya di navbera Korxan û Mûşê de ji aliyê gerîlayên me ve hatiye girtin. Ev rêya trenê hê jî nayê bikaranîn.

Ji 13’ê Îlonê ve rêya Gimgim-Kanîreşê di kontrola hêzên gerîlayên me de ye.

ERDEXAN

Di 15’ê Îlonê de saet 15.30’î li hember 3 stasyonên bazê yên Turkcell, Vodafone û Avea yên li navçeya Golan a girêdayî Erdexanê tîmeke me ya gerîlayan çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de stasyona bazê hat  îmhakirin.

 

Ji Artêşa Tirk Bomberdûman Û Tevgera Hewayî

Bomberdûman û tevgera hewayî ya artêşa Tirk a li hemberî qadên gerîlayen me, bênavber dewam dikin.

Di roja 16'ê Îlonê de saet di navbera 01:00-02:00 de, qereqola Remo ya li navçeya Colemêrg Geverê, bi obus û hawanan qada Bimbiy bombe kir.

Di roja 15'ê Îlonê de saet di navbera 18:00-21:00 de Girê Sîvrî yê ser bi qereqola Oremarê ya li navçeya Colemêrg Geverê, Girê Spî û Girê Sor ên li herêma Avaşînê, di roja 16'ê Îlonê de saet di navbera 05:30-06:00 de qereqola Bezelê ya li navçeya Colemêrg Geverê, Girê Spî û Girê Sor bi obus û hawanan bombe kir.

Di 15'ê Îlonê de saet di navbera 18:30-23:00 de, qereqola Bilican a li ser sînorê herêma Zapê, bi çekên giran gule li derdora xwe reşand.

Di roja 15'ê Îlonê de , balafirên şer ên artêşa T.C, saet di 16:00 de qada Şehîd Gafûr a herêma Avaşînê, saet di navbera 16:30-19:00 de jî bi desteka pêgerên hewayî yên bêmirov re qada Pirbula ya herêma Heftanînê bombe kir.

TEVGERA HEWAYÎ DIDOME

Di roja 15'ê Îlonê de saet di navbera 13:00-18:00 de li herêma Avaşînê, saet di navbera 07:00-00:00 de li herêma Heftanînê, saet di navbera 13:00-14:30 û ji saet 17:00 heta saet 04:30 ê 16'ê Îlonê li herêma Zapê bi pêgerên hewayî yên bêmirov re keşf hatiye kirin.

Di roja 15'ê Îlonê de saet di navbera 15:30-16:00 de li herêma Avaşînê, saet di nabera 15:00-17:00 û di roja 16'ê Îlonê de saet di navbera 01:00-01:30 de balafirên şer li herêma Zapê geriyan.
16 Îlon 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG