ji bû çapemenî û raya giştî re!
Hevalê me Tîrêj Aso yê di sala 2012'an de tevlî refên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bû, piştî perwerdeyê di rêbaz û taktîkên gerîla de xwe gihand asta pisporiyê û dest bi bicihanîna wezîfeyê kir. Hevalê me Tîrêj, meşa xwe ya dirêj a Bakurê Kurdistanê bi berxwedana Şîngalê re derxist asta herî bilind. Bi rêbazeke xurt a têkoşînê re bû fermandarekî gihîştî yê gerîla.
Hevalê Tîrêj ji rojên destpêkê yên fermana li Şîngalê rabû û heta niha, her tim li refên herî pêş cih girt, hem weke şervanekî hem jî weke fermandarekî di şer û jiyanê de xeta fedaî ya Apoyî bi awayê herî baş temsîl kir. Di demên herî zor û zehmet de bi vê sekna xwe re bû mînak û di dilê hevrêyên xwe, civata Êzidî û her kesên di berxwedana Şingale de şer dikin, gihaşt asteke neyê ji bîr kirin. Hevalê Tîrêj bi sekna xwe ya di nava şer de cidî, di nava jiyanê de jî dilnizm re, bi taybetî di şerê bajêr û çalakiyên sûîqestê de derbên mezin li çeteyên DAIŞ'ê yên qetlîamker xist û îdîaya têkoşîneke xurt radestî me kir. Weke şopdarên vê sekna wî ya biryardar em destnîşan dikin ku em ê wezîfeyên wî bibin serî û bi bîranîna wî re dilsoz bin.
Nasnameya gerîlayê me ye şhîd ketê wihaye:
Nasnav: Tîrêj Aso
Nav-Paşnav: Adem Aslan
Cihê ji dayikbûnê: Mersîn
Navê Dê-Bav: Rabîa-Suleyman
Cih û dema ji destdayîna jiyanê: 11'ê Îlona 2015 / Şîngal
16 îlon 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG