Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Têkildarî êrişên dagirkeriyê yên artêşa TC a dagirker ku 16'ê Hezîranê li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hewl da berfireh bike, agahiyên berfireh ên li ser êrişên dagirkeriyê û berxwedana hêzên me ya li dijî dagirkeran wiha ne:
16'ê Hezîranê saet di navbera 17:00-18:00 de balafirên şer ên hêzên dagirker bombe li qada Keşanê barandin. Ber bi êvarê ve dagirkeran bi obus û hawan bombardûmaneke giran li qadên Bektorya, Şehîd Kendal, Şehîd Berîvan û Tepê Dûpişkê kirin. Piştî vê bombardûmanê saet di 23:00 de dagirkeran bi piştgiriya helîkopterên êrişê, balafirên şer û balafirên bêmirov bombe li qadên Şehîd Sîpan, Şehîd Berîvan, Tepê Dûpişkê barandin û bi helîkoperên skorsky leşker li herêmê danîn.
Hêzên dagirker ên hewl didan xwe li Girê Şehîd Adar deynin li berxwedana hêzên me rast hatin. Hêzên me li helîkopterên dagirkeran reşandin û dagirker beriya ku xwe li herêmê deynin neçar man vekişin.
17'ê Hezîranê hêzên me li girên Şehîd Berîvan û Kato Sulê bênavber çalakiyên sabotajê li dar xistin.
Hêzên me her wiha 4 caran hêzên dagirker ên hewl didan ber bi girê Şehîd Sîpan ve bi pêş ve biçin têk birin û liv û tevgera dagirkeran a li qadê rawestiya.
Di şer û çalakiyên hêzên me de ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê hatin lidarxistin, bi dehan leşkerên dijmin hatin cezakirin û gelek leşker jî birîndar bûn. Di operasyona 2 rojan de hevrêyên me Şahîn, Tolhildan û Çiya şehîd bûn. Dagirker 2 rojên dawî bi piştgiriya teknîkê bombardûmaneke giran li qada Heftanînê dikin û liv û tevgera hewayî li herêmê dewam dike. Dagirker her wiha êrişê dibin ser gundên li herêmê û ji ber bombardûmanê şewat li herêmê derketiye.
2. 14'ê Gulanê saet di 11:30'î de hêzên me li ser rêya navçeya Qelqelî ya Wanê kontrayekî bi navê Yildirim Demîr ceza kirin. Vî şexsî hevkarî bi dijmin re dikir, dijminatî li nirxên gelê Kurd dikir û weke destê qirêj ê dewletê li herêmê tevlî karê ajan-kontra dibû ku bi nirxên exlaqî û çandî yên civaka me dilîst. Dewleta dagirker û medya wan vî şexsî qaşo weke xebatkarekî komeleyeke alîkariyê pêşkêş kirin, têkildarî sîstema qirêj a ku ew şexs tê de bû nûçeyên derewîn weşand û bi vî rengî hewl dan binixumînin. Dagirkeran piştî çalakiya cezakirinê li herêmê dest bi operasyonekê kirin, lê bêencam man.
3. 18'ê Gulanê li qada Aşkîta ya navçeya Elbakê ya Wanê artêşa TC a dagirker dest bi operasyoneke dagirkirinê kir. Ev operasyon heman rojê bi rengekî bêencam vekişiya.
9'ê Hezîranê dagirkeran li qada gundên Paçan û Perez ên navçeya Payîzava ya Wanê dest bi operasyona dagirkeriyê kirin. Ev operasyon 10'ê Hezîranê bêencam ma û hêzên operasyonê xwe vekişandin.
4. Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êrişên hewayî birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê çarçoveyê de;
17'ê Hezîranê saet di 11:30'î de qada Derarê ya herêma Metînayê hate bombekirin. Balafirên şer di 18'ê Hezîranê de (îro) saet 00:30'î qada Kanî Sarkê ya herêma Garê, saet di 02:00 de qada Saca û Çemço ya Zapê hatin bombekirin.
Ji be bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat, lê belê şewat liq ada Sacayê derket.
18’ê Hezîranê 2020
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê