HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 20’ê gulanê de ji danê sibehî hetanî ber bi êvarî Artêşa TC’ê li qada Rûbaroka Şemzînana ku bi ser Colemêrgê ve girêdayî ye, bi du firokeyên skorsky û bi 30 maşînên sivîl sewqiyata alavan û leşkeran kiriye.

2. Di 20’ê gulanê de saet di 21:00 û di 21’ê gulanê de saet di 01:30’an de li Qadên Parastina Medya li hember qada Xantûrê ku bi ser Heftanînê girêdayî ye, Artêşa TC’ê êrîşeke obûs û hawanan li dar xistiye.

3. Di 20’ê gulanê de saet di navbera 23:00-24:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember gundê Heftanînê ku bi ser Heftanînê ve girêdayî ye, êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin.

4. Di 20’ê gulanê de saet di navbera 15:00-17:00’an de li Qada Parastina Medya li hember qada Bêtalma ku girêdayî Heftanî ye, Artêşa TC’ê êrîşeke hawan û obûsan li dar xistiye.

21 Gulan 2010

Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG’ê