Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 17’ê gulanê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qadên Madûr û Kosedagî ku girêdayî qada Çemçê ya Qersê ne operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona ku gundên Bahçecîk û Çîçeklî, Şahyolû û Kosedagê jî girtiye nav xwe, danê êvarî bi paş ve vekişiyaye.
2. Di 17’ê gulanê de li hember qadên Demenan, Geliyê Laçê, Peter û Dolû Baba ku girêdayî navenda Dêrsimê ne, Artêşa TC’ê operasyonek daye destpêkirinê. Operasyon di 18’ê gulanê de danê êvarî bi paş ve vekişiyaye.
3. Di 15’ê gulanê de li hember qada Mûnzûr ku girêdayî Dêrsimê ye, Artêşa TC’ê operasyonek lidar xistiye. Operasyona ku ji hewayê de jî hatiye piştgirîkirinê, di 16’ê gulanê de bi paş ve vekişiyaye.
4. Di 17’ê gulanê de di operasyoneke Artêşa TC’ê de, li bejahiya navçeya Tetwanê ku girêdayî Bedlîsê ye, di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûn hatibû jiyandin û di vê pevçûnê de gerîlayeke me şehîd ketibû û agahiyên wê nehatibûn zelalkirinê.
Agahiyên der barê hevala me ya şehîd de; Der barê
Toprak Canfeda |
Toprak Canfeda – Asiye Gûndûz:
Rêheval Toprak di 12’ê îlona 1982’yan de li gundê Cîntepe ya Dihêya Sêrtê hatiye dinê û di heşt saliya xwe de bi malbata xwe re koçî Stenbolê kiriye. Jiyana wê ya bi piranî bi xwendekariyê derbasî dibe de, dimeke kurt di palûkeyekê de dixebite. Rêheval Toprak ji deh zarokan a herî mezin e.
Rêheval Toprak, çanda ku ji malbata xwe girtiye, di nava partiyê de jî bi diristî, kedkariya xwe dihate naskirinê. Di têkiliyên xwe de sade û di xebatan de gelek zindî bû. Dîsa jixwebawer, piştî ku baş hînî jiyana çiya û şer bû, pêşniyara xw ji bona qada bakur kir.
Rêheval Toprak di sala 2008’an de çû qada Garzanê û şerê li hember dijmin û înkarkirinên wê li Garzanê domand. Digel ku di nava têkoşînê de rojên zehmet kişand jî, her dem bi vîn û biryar têkoşîn da û bi evîneke mezin, fena ji hezaran keçên kurd ên bedew, ew jî bi layîqî tevlî karwanên şehîdan bû.
20 Gulan 2010
Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG’ê