Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê ya li herêma Heftenîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike de, 1’ê Gulanê saet 16:30’î li dijî artêşa TC ya li Girê Kecel bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de bi xurtî li çeper û kozikên dijmin hatiye xistin de têkildarî hejmara kuştî û birîndaran agahiyek zelal nehatiye girtin.
Piştî çalakiyê û şûnde saet 17:45’an balafirên şer ên Tirk devera Qesrokê, Geliyê Pisaxa û Gundê Peraxê bombe kiriye. Di vê bomberdûmanê de ti windahiyek yê me çênebûye.
2. 29’ê Nîsanê saet 07:00’an artêşa TC’ê li devera Geliyê Hêzil, Gundê Mêhrê, Gundê Xozê û Girê Rizde ên girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê dest bi operasyonekê kiribû. Ev operasyon 30’ê Nîsanê saet 15:00 bê ku encamek bigire vekişiyaye.
3. 1’ê Gulanê di saetên sibê de artêşa TC’ê li devera Girê Koordîne ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê dest bi operasyonekê kiribû. Ev operasyon heman rojê bê ku necamek bigire vekişiyabû.
4. 28’ê Nîsanê saet 08:00’an balafirên şerê ên artêşa TC’ê devera Gundê Şêx ê li devera bajarokê Çemalkê a girêdayî bajarê Dihok ê Başûrê Kurdistanê bombe kiriye.
30’ê Nîsanê saet 19:00’an balafirên şer ên Tirk devera Kûnîşka ya girêdayî herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kiriye.
Di van bomberdûmanên ku pêk hatin de ti windahiyên me çênebûne.
2'ê Gulanê 2020
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê