HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya gîştî re!

Gerîlayên me HPG/YJA Starê bi çalakiyên bi bandor bersiv didin êrîşên dewleta Tirk. Di çalakiyên gerîlayen me de 12 leşker û 1 polîsê tevgera taybet hatin kuştin. Her wiha derb li 3 helîkopteran hat xistin.

Encamên şerê li Geliyê Doskî yê li navçeya Colemêrg Geverê, ku di navbera artêşa T.C û hêzên me yên HPG û YJA Starê qewimî de, duh bi berfirehî ji raya giştî re hatibû ragihandin. Ji bo rakirina cenazeyên leşkeran ên li herêma di bin kontrola gerîlayên me de, Fermandariya HPG'ê ya Herêmê ragihand ku heyetek ji gel dikare cenazeyan rake û li ser vê yekê cenazeyên leşkeran radestî heyeta ji gel hatin kirin.

Gerîlayên me yên vê herêma şer kontrol dikin, çekeke A-4 û fîşekên wê û çekeke melez ên hatibûn derbkirin îmha kirin. Kontrola hêzên me yên gerîla li ser vê qada Geliyê Doskî dewam dike.
Ji sibeha 7'ê Îlonê saet 06:30 heta danê êvarê saet 17:00, balafirên şer bi desteka balafirên keşfê bombe li Geliyê Doskî û qada Bînbîr barandin. Gundê Gizê yê li vê herêmê jî ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin. Gundiyan ji bo xwe ji bomberdûmanê rizgar bikin, gund vala kirin.

DERB LI SKORSKY HAT XISTIN

Di roja 6'ê Îlonê danê nîvro de saet di 14:30 de helîkoptereke Skorsky a ji Colemêrgê diçû Çelê, bûye hedefa gerîlayên me. Bi çekên giran û otomotîk li vê helîkoptera Skorsky a vedigeriya hat xistin û ji ber derbên lê ket, bi lez û bez herêm terikand.

Di roja 7'ê Îlonê de saet di navbera 10:30-11:30 de balafirên şer ên artêşa T.C, Girê Koloska yê ser bi qada Sumbul a navçeya Geverê bomberdûman kirin.

Di 8'ê Îlonê (îro) de saet di 08:30 de, li hemberî qereqola Radyolog a li ser sînorê herêma Xakurkê çalakiyeke sûîqestê hat kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

LI ŞEMZÎNANÊ 9 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di roja 7'ê Îlonê artêşa T.C li gundên Betkarê û Seraro yên li navçeya Colemêrg Şemzînanê bi 150 leşkeran dest bi operasyonê kir. Gerîlayên me saet di 05:00 de bi leşkerên li ser girekî di navbera her du gundan de bi cih bûbûn hesiyan û li ser vê yekê li derdorê kemîn danîn. Li vê derê saet di 11:30 de leşkerên baskê yekemîn ê artêşa Tirk ketine kemîna hêzên me yên gerîla û hêzên me yên gerîla bi çekên giran û ferdî ji cihekî nêz derbên bi bandor li leşkeran dan. Di çalakiya li vê derê de bi giştî 9 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa T.C xwe ji herêmê vekişandiye û saet di 12:30 de bi 3 wesayîtên zirxî ji bo rakirina mirî û birîndarên xwe hatiye herêmê, gule li malên li gundê Seraro reşandiye û dûre mirî û birîndarên xwe rakiriye. Saet di 17:30 de artêşa T.C xwe vekişandiye navenda Şemzînanê. Di dema vekişînê de artêşa T.C bi hawanan Dola Şoreşger û gundê Mela bombe kirin.

Di roja 6'ê Îlonê de saet di navbera 21:00-22:00 de li hemberî stasyoneke bazê ya li nêzî gundê Geman ê di navbera navçeya Colemêrg Çelê û qada Rindikê, çalakiyeke sabotajê hat kirin û stasyona bazê bi temamî hat îmhakirin.

Di sibeha 8'ê Îlonê de saet di 05:40 de li dijî qereqola Xoşat a navçeya Wan Payîzavayê, hêzên me yên YJA Starê çalakiyeke sûîqestê lidarxistin. Leşkerekî li ser çeka A-4 û leşkerekî din ê li vê herêmê bi çalakiya sûîqestê hatin kuştin. 

Di roja 7'ê Îlonê de saet di 23:20 de stasyoneke bazê ya Turkcell û Avea ya li navbera gundên Katrak û Poşuya yên navçeya Mêrdîn Şemrexê ji aliyê gerîlayên me ve bi çalakîya sabotajê hat îmhakirin.

Di 8'ê Îlonê de saet di navbera 06:30-07:00 de qada Kato Hesen a li navçeya Sêrt Berwariyê, ji aliyê helîkopterên Kobra ve hat bombekirin. Ji ber vê bomberdûmanê şewata li herêmê derketiye dewam dike.

LI FARQÎNÊ DERB LI DU HELÎKOPTERÊN KOBRA HATIN XISTIN

Di roja 7'ê Îlonê de saet di 20:30 de, li ser rêya Farqîn û Êlihê hêzên me yên gerîla rê kontrol kirin, kontrola nasnameyê kirin û der barê pêvajoyê de agahî dan gel. Danê êvarê saet di 21:30 de, 2 helîkopterên Kobra ji bo destwerdana li çalakiyê hatin. Hêzên me bi çekên giran li helîkopteran dan. Helîkopterên derb xwarin, herêm terikandin.

Di  6'ê Îlonê de saet di 21:30 de gerîlayên me bi çekên fermî li hemberî nizamiya Alaya li navenda Amedê çalakî pêk anîn, lê hejmara kuştî û birîndaran nehat zelakirin. Hat dîtin ku 2 ambûlansan mirî û birîndar ji herêmê rakirin.

Di roja 7'ê Îlone de saet di 15:30 de li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya li navenda navçeya Amed Hênê, hêzên me yên gerîla çalakî pêk anîn û bi roketan mewziyeke polîsên tevgera taybet tê de bûn, tine kirin. Di vê çalakiyê de 1 polîsê tevgera taybet mir, 2 polîsên tevgera taybet jî birîndar bûn. 15 deqe piştî çalakiyê ambûlans û helîkopteran mirî û birîndarên xwe rakirin. Piştre leşkeran gule li derdora navçeya Hênê reşandin û ji ber vê gulereşandinê li derdorê şewat derket.

Ji 17'ê Tebaxê û vir ve jî rêyên Dêrsim-Erzîngan û Dêrsim-Pulur, di bin kontrola hêzên me yên gerîla de ne.

LI AMEDÊ TEVGERA KONTRAYAN

ev hefteyeke li gundê hîndîn ê egîlê, li gundê şilbeytan ê pîranê, li gundê kînîr, şomaşî û koepan ên erxeniyê û li gundên çetînkaya û yenîkoy ên çermûgê, komek kontra ya 2 jê jin 6 kesan ku kincên gerîla li xwe kirine, di nava tevgerê de ne.
BALAFİRÊN ŞER ÊN TİRK QADÊN GERÎLAYEN ME BOMBE KİRİN

Gundê Ebubekira, Gundê Bettal, Gundê Komuta, Kalatuka, Casusa û Pirêdê yên girêdayî Qendîl, Koma Sor a girêdayî Xinêre, Mergêverê û Şehîd Bêrîtan ên girêdayî Xakurkê, Ergenê, Kanî Kontra, gundê Yekmal, gundê Çemşert, qadên Meyrokêve Cemrêbotkî yên girêdayî Garê, Garêya Mezin a Vernîve Xabûr a girêdayî Metîna bomberdûman pêk anin. Ji şeva 7 – 8 Îlonê saet 00.00 heta saetên vê sibehê  05.00’an balafirên şer ên artêşa TC qada Şehîdlîk a girêdayî Heftanîn bi awayekî zêde hat bombe kirin. Hikûmeta AKP’ê ya bi bomberdûmanan encameke cidî bi dest nexist, piştî êrîşên deverên gel lê dijîn niha jî şehîdgehên gerîlayên me yên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de gihiştine şehadetê lê ne dike hedef.

Di saet navbera 23.00 - 04.30’î de Gundê Ebubekira, Gundê Bettal, Gundê Komuta,  Kalatuka, Casusa û Pirêdê balafirên şer bombe kirin.

Saet di navbera 01.00 - 04.00’an de balafirên şer Koma Sor a girêdayî Xinêre, qadên Şehîd  Bêrîtan û Mergêverê yên girêdayî Xakurkê bombe kirin.

Saet di navbera 00.00 - 06.00’an de Ergenê, Kanî Kontra, gundê Yekmal, gundê Çemşerît, Meyrokêve Cemrêbotkî  ji aliyê balafirên şer ve hatine bombe kirin.

Balafirên şer saet di navbera  05.00 - 05.30’î de qada Vernîve Xabûr a girêdayî Metîna bombe kirin.

Di 7’ê Îlonê di saet navbera 08.00-08.30’an de balafirên şer Garê ya Mezin ya girêdayî herêma Zapê hat bomberdûmankirin.

Di 7’ê Îlonê di saet navbera 13.00-13.30’an de balafirên şer Girê Şehîd Afad ê girêdayî herêma Avaşîn a Herêmên Parastina Medya bomberdûman kirin. Dîsa vê sibê saet ji 03.00’an heta 06.00’an balafirên şer qada Tabûra Ereba bombebaran kirin.

QEREQOLÊN ŞEMZÎNANÊ BI OBUS Û HEWANAN ÊRÎŞ KIRIN

Di 8’ê Îlonê de saet 06.00 - 07.30’an qereqolên Rûbarok û Garê yên girêdayî navçeya Şemzînan a Colemergê Girê Karker, Girê Sîro, herêmên Ermûş, Mergêverê û derdora Şehîdgeha Şehîd Berîtan bi hewan û obusan bomberdûman kirin.

Di 7’ê Îlonê de saet 19.30 - 20.30’an qereqola Arûşê ya li xeta sînorê herêma Metîna, qadên Kurêşîno û Dûav bi obus û hewanan bomberdûman kirin. Saet 21.30-22.30’an qereqola Serbesta herêma Kurêşîno bi tankan bomberdûman kir.

TABÛRA GOLEYÊ BI TANK Û HEWANAN ÊRÎŞ BIR SER DARISTANA ŞEHÎD SÎDAR

Di  7’ê Îlonê de saet 13.00-13.30’an qereqola Bîlîcanê herêma Garêya Biçûk; saet 13.30-16.30’an qereqola Êrîş qûntarê Xeregol û herêma Dola 82’an; saet 16.00-16.30’an qereqola Şker herêma Latê Kewa bi obus, hewan û tankan bomberdûman kir .Di 8’ê Îlonê de saet 03.00-04.00’an Tabûra Gole ya girêdayî bajarokê Golan ê navçeya Çankaya ya Erdexanê, daristana Şehîd Sîdar a girêdayî Çankayayê bi tank û hewanan bomberdûman kir.

Di 7’ê Îlonê de saet 19.20-22.10’an qereqola Yekmalê ya girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê herêma Bektorya bi hewan û obusan bomberdûman kir. Heman herêm bi hewanan di  8’ê Îlonê de ji di saet danê sibê 06.30’an dîsa hat bomberdûmankirin.

LI SER XETA SÎNOR A AVAŞÎNÊ ÊRÎŞA BI TANK, OBUS Û HEWANAN

Di 7’ê Îlonê de saet di navbera 18.30 û 19.30’î de ji qereqola Grana ya li ser sînorê Avaşîn qûntarên Mêrgê, Dola Zeytê û Tepê Xwedê bi tank, top û hawanan hatin bombekirin. Di 7’ê Îlonê de saet di navbera 21.30 û 22.00 de, dîsa îro di navbera saet 06.50 û 07.10 de ji qereqola Grana; qada Grana bi tank, obus û hawanan hat bombekirin.Di 8’ê Îlonê (îro) saet di navbera 06.50 û 07.10 de ji tepê Sîvrî yê girêdayî qereqola Bezelê qadên Tabûra Ereba û Tepê Sor bi tank, obus û hawanan hat bombekirin.

Di navbera 7’ê Îlonê de saet 20.00 - 23.00 û 8’ê Îlonê de saet 05.00 - 10.00’an de li herêma Xakurkê, 7’ê Îlonê saet 21.00 - 00.00 de li ser herêma Metîna pêgerên hewayî yên bê mirov keşf pêk anîn.

Di 7’ê Îlonê li ser herêma Avaşîn ji sibehê saet 08.30 heta piştî nîvro saet 14.00’an tevgera balafirên şer rû da. Êvarî ji saet 19.30 heta îro piştî nîvro pêgerên hewayî yên bê mirov geriyan. Tevgera balafirên şer ji saet 23.00’an heta îro saet 06.00 dewam kiriye.

Di 7’ê Îlonê de saet di navbera 16.00 û 17.00’an de li ser qada Gilîdag tevgera balafirên şer rû da.
8 Îlon 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG