HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya gîştî re!

HEVRÊYE ME  MÛNZÛR HETA GULEYA DAWÎ JÎ LI BER XWE DA

Di 1’ Îlonê piştî pevçûna li navçeya Qaraqoyinlî ya Îdirê tîma me ya gerîla ya hevalê Mûnzûr jî di nav de  xwe kişandin gundê Taşbûrnû. Piştî cihê wan keşf bû, ketin pevçûnek duyemîn. Li vir hevalê Mûnzûr mînakek qehremantiyeke mezin nîşan da û ji cihê xwe veneqetiya, heta guleya xwe ya dawî li ber xwe da.

munzur arikan_small

 

 

 

Nasnav: Mûnzûr Avazirav
Nav-Paşnav: Arikan Kahraman
Cihê jidayikbûnê: Erzirom
Navê dayik-bav: Porsor - Seyîtxan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 1’ê Îlona 2015 / Îdir

 

 

 HEVRÊYEN ME SERXWEBÛN Û BAWER XWEDÎ SEKNEKE BI BIRYAR BÛN

Di 1’ê Îlonê hevalê me Serxwebûn dema li Eyaleta Dêrsimê li wezifeyê bû ji aliyê sîxurekî kontra ve şehîd ket. Hevalê me  Bawer nû tevlî refên têkoşînê bibû û xwe zû pêş dixist, li Eyaleta Dêrsimê di qezaya xebatên xwe yê cebilxanê de şehîd ket.

Heval Serxwebûn û hevale  Bawer bi seknek bi biryar û xwedî îrade tevlî xebatan bûn, bi kelecanek mezin tevlî têkoşîna ku Rêber Apo ji gelê me û tevahî gelên bindest re bû ronahiya hêviyê diyar kir bûn û bi çar destan li wezîfeyên xwe xwedî derketin. Li hember şehadeta van her du hevalên me bi biryar em soza berpirsiyartî, cîdiyet û serketinek mezin didin ku em ê vê têkoşînê bimeşînin û em hevalên şehîd bi rêzdarî bi bîr tînin.

maskeli foto

 

 

 

Nasnav: Bawer Farqîn
Nav-Paşnav: Berat Nergîzîlî
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik-bav: Azîze - Ahmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 1’ê Îlona 2015 / Dêrsim

 

 

serxwebun abdullah_small

 

 

 

Nasnav: Serxwebun Agirî
Nav-Paşnav: Abdullah Daşdemîr
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Navê dayik-bav: Gogercîn - Resul
Dîrok û Cihê Şehadetê: 1’ê Îlona 2015 / Dêrsim



8 Îlon 2015
Navenda ÇapemenÎ û Ragihandina HPG