Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 27’ê gulana 2009’an de bi şev saet di navbera 23:00-1:00’an de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember Girê Şehîd, Şehîd Cahîd, Girê Şehîd Çeko û Kela Ertûş ku girêdayî Geliyê Zapê ku bi ser Eyaleta Zagrosê ve girêdayî ye bi topên obûsan êrîş li dar ketiye.
2. Di 28’ê gulana 2009’an de bi şev saet di 2:30’an de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qada Erbîş ku girêdayî Çelê ye, bi daketinan operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyona ku hetanî saet 10:00’ê sibehî berdewam kiriye, piştre bêyî ku encamek bigire bi paş ve vekişiyaye.
3. Di 28’ê gulana 2009’an de danê sibehî saet di navbera 10:00-11:00’an de ji hêla balafirên şer ên artêşa dagirker a tirk ve gundê Bêdê ku girêdayî qada Rêkanê ye û qada Tabûra Eraba ku girêdayî Eyaleta Zagrosê ye, êrîşeke hewayî hatiye li dar xistin.
4. Di sala 2008’an de di meha rezberê de li bajarokê Bazirganê ku girêdayî Eyaleta Zagrosê ye, di encama qomploya nokeran ve hevalê me yê bi navê Firat(Aydin Engûdar) şehîd ketiye. Ji ber şehadeta hevalê me nehatibû zelalkirin û lêkolîn berdewam dikirin, lewre me dereng îlana hevalê xwe kiriye.
Agahiyên der barê hevalê me yê şehîd de;