Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 29’ê gulana 2009’an de bi roj saet di 10:30’an de û danê êvarî bi tevahî du car ji hêla balafirên şer ên artêşa dagirker ên tirk ve li hember qadên Avaşîn, Tabûra Ereba, Mervanûs û Kinyanîşê ku girêdayî Eyaleta Zagrosê ne, êrîşa hewayî hatiye li dar xistin.
2. Di 26’ê gulana 2009’an de artêşa dagirker a tirk li hember qadên Girê Helwesîsê, Girê Talê, Sirtên Belûnê û Girê Mirîşkê ku bi ser Çelê ve girêdayî ne operasyonek li dar xistiye. Di operasyonê de li Girê Helwesîsê di navbera hêzên gerîlayên û leşkerên artêşa tirk de şer qewimiye û di şer de 7 leşkerê artêşa tirk hatine kuştin û 7 ji wan jî birîndar bûne. Piştî lêdana gerîlayên me di 27’ê gulanê de artêşa tirk ji neçarî xwe ji qadan vekişandiye.
30 Gulan 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê