HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Di 4’ê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê ve bi roj saet di navbera 13:00-14:30’an de li Qadên Parastina Medya li hember gundên Mûsolokê û Ermûşê û qada Ebdalkovî êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin. Di van êrîşan de eydî gundiyan zevî û baxçe zirar dîtine û nêzî 30 sewal jî telef bûne.

2. Di 4’ê îlonê de li qada Îslamkoy ku girêdayî navçeya Pasûrê ku bi ser Amedê ve girêdayiye, ciwanek pêlî mayîneke ku berê hatiye raxistin kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Bi vê bûyerê re tu têkiliya hêzên me nîn e. Ev mayîn ji hêla Artêşa TC’ê ve ku qet jiyana sivîlan nirx nade ve hatiye raxistin. Serfermandariya TC’ê û çapemaniya wan, nûçeyên bi zanebûn bi armanca provokekirinan diweşînin. Em bang li gelê xwe dikin ku, baweriya xwe bi nûçeyên bi rengî neynin.

5 Îlon 2009

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê