ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 25’ê Sibatê saet di navbera 16:00 - 17:00’an de û saet 21:00'ê de ji qereqolên di kontrola artêşa Îranê de yên li ser xeta herêma me ya Qendîl a Herêmên Parastinê yên Medya li hember qadên girêdayî Dola Kokê bombardûman pêk hatiye.
2. Di 25’ê Sibatê saet 07:30'î li herêma me ya Heftanîn a girêdayî yek ji Herêmên me yên Parastinê yên Medya ye, ji aliyê leşkerên li qereqola girê Meymûn a di kontrola artêşa Tirk de operasyonek hatiye destpêkirin. Hêzên me yên Gerîla yên tevgera zêde ya leşkerî ya li derdora Berbenda Qetîamê zû ferq kirin, bi armanca hişyariyê gule berdane. Li ser vê yekê operasyon vekişiyaye; saet 12.30’î ji girê Meymûn li hember qada Şehîd Kendal bi obus û hawanan bombardûman pêk hatiye.
3. 25’ê Sibatê saet di navbera 23:00 - 00:00’an li ser herêma me ya Zapê tevgera balafirên şer a artêşa dagirker a TC rû daye. 26’ê Sibatê (îro) saet di navbera 01:00 - 02:00’an de jî balafirên bêmirov keşf pêk anîne.
26 Sibat 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG