Ji çapemenî û rayagiştî re!
1. 18’ê Tebaxê saet 16:30’an, hêzên YJA Star, li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li Girê Şehîd Ronahî yê girêdayî Şemzînanê bi cih bibûn çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya bi awayekî xurt çeperên dijmin hatin hedefkirin de, têkildarî hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi çekên giran qad gule reşandin.
18’ê Tebaxê saet 14:10’an, hêzên me li yekîneya kontrayan a navbera Qereqolên Bêzelê û Bedewê ya girêdayî Şemzînanê çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin kontrayek hate kuştin, 1 jî birîndar bû.
Hêzên me 18’ê Tebaxê saet 10:30’an, li dijî Qereqola ikêr a girêdayî Çelê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya ji 3 baskan ve pêk hat de, 3 çeper hatin rûxandin û bi qasî hate zelalkirin 6 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa Tirk qada Latê Kewa bi obus û hewanan bombe kir.
18’ê Tebaxê saet 07:30’an hêzên me, li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li zozanên Zawîte û Girê Çeperê Şêxa ya girêdayî Çelê bi cih bibûn çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya çeperên dijmin bi awayeke xurt hate hedefkirin de, têkildarî hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
2. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Serdem û Şehîd Nûda de, li Wan û Sêrtê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî lidar xistin.
16’ê Tebaxê saet 22:00’an, endamekî MÎT’ê yê bi navê Fatîh Akatan ê li navçeya Îpekyolû ya Wanê ji aliyê hêzên me ve hate cezakirin. Hêzên me dest danîn ser tebanceyek aîdî vî kesî.
18’ê Tebaxê hêzên me yên YJA Star saet 16:10’an, li dijî leşkerên artêşa Tirêk ên li devera Girê Kuling ê girêdayî Herêma Herekol a Sêrtê bi cih bibûn kirin hedef. Di vê çalakiya bi awayek xurt dijmin hate hedefkirin de bi qasî hate zelalkirin 4 leşker hatin kuştin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê û şûnde qad bi obus û hewanan bombe kirin.
3. 17’ê Tebaxê hêzên me li devera Karayilan a girêdayî navçeya Îskenderûn a Hatayê yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk a mêtînger xistin kontrolê. Ev yekîneya ku demeke dirêj havalên me xistin bin kontrolê, dîsa heman rojê saet 18:00’an ji nêz ve lêxistin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin leşkerek hate kuşitn û gelek leşker jî birîndar bûne.
4. 2’yê Tebaxê artêşa Tirk li herma Merxo ya girêdayî navenda Dersimê dest bi operasyonekê kiribû. Arêtşa Tirk a ku bi helîkopterên Skorsky leşker danîne qadê û di vê demê de navbera hêzên me û dijmin de şer qewimiye. Di şer de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin, hevrêyên me Baran û Serhat ên ku bi qehremanî li dijî hêzên dijimin şer kirin gihiştin şehadetê.
Nasnameya hevrêyên me yên şehîd ketine wiha ne:
Nasnav: Baran Jiyan Nav û Paşnav: Okan Oğurlu |
Baran – Okan Oğurlu
Nasnav: Serhat Sadık |
Serhat – Şiyar Yalçınkaya
19'ê Tebaxê 2017
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê