Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
1. 17'ê Nîsanê saet 06:30'î hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker ku li girê Bayrak ê li herêma Barzanî ya Başûrê Kurdistanê bi cih bûbû çalakiyek kirin. Ji cihekî nêz ve derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin û di encamê de 3 çeper hatin rûxandin û 5 leşkerên dijmin hatin kuştin.
2. Artêşa TC a dagirker roja 26'ê Adarê bi desteka balafirên bê mirov li bejahiya navçeya Kerboranê ya Mêrdînê dest bi operasyonê kiribû. Hêzên dagirker heman rojê bomberdûmaneke giran li herêmê kiribûn. Ji ber bomberdûmanê 3 hevalên me şehîd bûn.
Wekî din, par roja 13'ê Gulanê li qada Şehîd Resûl a herêma Bestayê ya Şirnexê ji ber operasyonê şer qewimîbû û hevalê me Bedrî Şirnak şehîd bûbû.
Nasnameya şehîdên me:
Nasnav: Elîşêr Torî Nav paşnav: Bûrhan Dûygûn Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn Dayik-Bav: Anûde-Îbrahîm Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2018'an / Mêrdîn
|
Alişer – Burhan Duygun
Nasnav: Canşêr Rustem Nav paşnav: Rênas Cemîl Alî Cihê jidayikbûnê: Efrîn Dayik-Bav: Ferîde-Cemîl Alî Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2018'an / Mêrdîn
|
Canşer – Renas Cemil Ali
Nasnav: Rêzan Zaxo Nav paşnav: Serhat Gazyak Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Kadriye-Hasan Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2018'an / Mêrdîn
|
Rezan – Serhat Gazyak
Nasnav: Bedrî Şirnak Nav paşnav: Bedrî Akça Cihê jidayikbûnê: Etrûş Dayik-Bav: Akîda-Emîn Dem û cihê şehadetê: 13'ê Gulana 2017 / Şirnex |
Bedri – Bedri Akça
Hevalê me Canşêr Rustem li nava malbateke welatparêz li Efrînê ji dayik bû. Ji ber welatparêziya cihê lê mezin bû, di zarokatiya xwe de tevgera azadiyê ya Kurd nas kir. Di dema şoreşa Rojava de tevlî nava refên têkoşîna me bû. Hevalê me Canşêr ku bi hişmendiya neteweyî hate çiyayên Kurdistanê û dest bi gerîlatiyê kir. Wî baweriya xwe bi wê anî bû ku divê ji bo gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê têbikoşe. Tevî ku hê gelekî ciwan bû, bû gerîlayekî serketî û ji aliyê leşkerî ve xwe bi pêş ve bir. Di demeke kin de berê xwe da Bakurê Kurdistanê li dijî faşîzma TC bi erka parastina gelê xwe rabû. Hevalê me Canşêr heta kêliya dawî jî bi kedeke mezin têkoşiya.
Hevalê me Rêzan Zaxo ji malbateke Şirnexî bû û li Cizîrê ji dayik bû. Lê belê malbata hevalê me Rêzan ji ber zext û zordariya dewleta TC neçar ma koçî Başûrê Kurdistanê bike. Hevalê me Rêzan li penaberiyê mezin bû. Bi rastiya şer û hestên bêwelatmayinê mezin bû. Di emrekî ciwan de bi rastiya dijmin hesiya û ji bo azadiya gelê Kurd tevlî nava refên gerîla bû. Mîna erdnîgariya Botanê timî serbilind bû û di şer de jî bû gerîlayekî qewîn. Berê xwe da qada Bakur û li wir tevlî şerê aktîf ê li dijî dijmin bû. Heta kêliya dawî ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiya û li herêma lê ji dayik bû, li Botanê şehîd bû.
Hevalê me Elîşêr Torî li Kerboranê ji dayik bû. Ji ber ku li Kurdistanê mezin bû, bi rastiya dijmin baş zanîbû. Dît ku heta faşîzm û dagirkeriya TC li Kurdistanê neyê qedandin wê gelê Kurd azad nebe û li ser vê bingehê tevlî nava refên azadiyê bû. Piştî ku hate herêmên gerîla bi fedakariyeke mezin tevlî nava refên têkoşînê bû. Di demeke kin de bû gerîlayekî xurt û serketî û bi rengekî çalak tevlî pêvajoya şer bû. Piştî ku demekê perwerde dît, berê xwe da cih û warê lê ji dayik bûye. Li qada Kerboranê ku zarokatiya xwe lê derbas kir, bi awayekî çalak cihê xwe di nava şer de girt û nîşan da ku divê ciwanên Kurd li dijî dijmin çawa bisekinin.
Hevalê Bedrî Şirnak, li nava malbateke welatparêz a Şirnexî li Başûrê Kurdistanê, li sirgûniyê ji dayik bû. Malbata wî ji ber zext û zordariya dewleta TC a faşîst, salên 90'î ji neçarî koçî Başûrê Kurdistanê kir. Malbat destpêkê li kampa Etrûşê ma, piştre jî li kampa penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) bi cih bû. Hevalê me Bedrî di nava vê jiyana penaberiyê de mezin bû, ji têkoşîna azadiyê ya Kurd dûr nema. Têkoşîn nas kir û di demeke kin de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevalê me Bedrî di nava gerîla de bi ked û dilnizmiya xwe dihate naskirin. Di demekê de ku dijmin êrîşî gelê me dikir, berê xwe da cih û warê xwe Botanê û tevlî şerê giran bû. Li dûrî warê mezin bû, lê weke welatparêzekî rastî yê Botanê li Botanê heta kêliya dawî ji bo azadiya gelê Kurd şer kir.
Ji ber van şehadetan em sersaxiyê ji malbatên welatparêz ên hevalên xwe yên şehîd, ji gelê xwe yê welatparêz dixwazin. Û em careke din soz didin ku em ê têkoşîna xwe bi azadiya Rêbertî û azadiya Kurdistanê bi ser bixînin ku ev yek xewn û xeyala şehîdên me ye.
18’ê Nîsanê 2018
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê